Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da 2022-11-04 16:45:12   ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku karkerekî din ê madenê ku bi awayekî giran birîndarbûyî rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Di komkujiya madenê ku li navçeya Amasra ya Bartinê qewimî de 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Karkerên ku bi awayekî birîndarbûyî rakiribûn nexweşxaneyê jî ji ber nebesiya şertên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyên li Stenbolê hatin kirin. Wezîrê Tenduristiyê yê AKP’î Fahrettîn Koca, ragihand ku karkerekî din ê madenê ku bi awayekî giran birîndarbûyî rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.