Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye 2022-11-04 16:30:02   WAN - Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin di roja 50’emîn de jî berdewam dikin.    Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, di roja 50’emîn de berdewam dikin. Tevgera gel ku weke “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî” tê binçavkirin, zêdetirî 7 hefteyan e bênavber didome. Çalakî roj bi roj berfirehtir dibin û kurd û jin pêşengtiya çalakiyan dikin. Di roja 49’emîn a çalakiyan de ji bo çilrojka kesên di çalakiyan de hatine qetilkirin merasîmên bîranînê yên girseyî hatin lidarxistin. Li bajarê Şabad ê rojhilatê Kurdistanê jî bi boneya çilroja ciwanê bi navê Saîd Muhammed merasîma bîranînê hat lidarxistin.    JINAN PÊŞENGTÎ KIR   Li bajarên weke Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mahabad, Urmiye, Bijar û hêj gelek bajarên din bi pêşengtiya jin û ciwanan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya li Kerec a nêzî Tehranê jî çalakvanan rê li trafîkê girtin. Her wiha bi boneya çilrojka Hedîs Necefî û Parsa Rezadust çalakî hatin lidarxistin. Di heman demê de li bajarên weke Fuladşehîr, Tahran, Meşhed, Raşîd, Amol û Fesa yên girêdayî Îsfehanê jî gel daket kolanan û çalakî li dar xistin.    DI NAVA 10 DEQEYAN DE BIRYARA DARVEKIRINÊ HAT DAYÎN   Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên muxalîf, di encama êrişên hêzên rejîmê de heta niha di navbera 200 heta 450 kesan hatine qetilkirin. Her wiha ji 10 hezar heta 25 hezar kesan jî hatine binçavkirin. Tê gotin ku ji çalakvanên tên darizandin heta niha li 6 kesan cezayê îdamê hatiye birîn. Hunermendê kurd Samîn Yasîn (Seydî) ku bi stranên xwe piştgirî dida çalakvanan û hatibû binçavkirin, piştî darizandineke 10 deqeyan cezayê îdamê lê hat birînm. Ciwan daketin kolanan û biryara bidarvekirina Yasîn protesto kirin.