DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an 2022-11-04 15:49:33   AMED - DFG’ê di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku di meha cotmehê de 14 rojnamevan bi muameleya xerab re rûbirû mane û bi girtina 10 rojnamevanan re hejmara rojnamevanên girtî gihîştiye 87’an.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha cotmehê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan eşkere kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de wiha hat gotin:    “Weke rojnameger me meha cotmehê bi polîtîkaya salên 1990’î yên dewlet û desthilatê pêşwazî kir. Di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi siûqastê hat kuştin. Kuştina Akarsel bêguman bêyî polîtîkayên şer ên desthilatê nikare bê nirxandin. Desthilat xwest di ser kuştina Akarsel re ku li dijî zihniyeta baviksalarî di qada jîneolojiyê de mohra xwe li binê xebatên girîng daye û kedeke mezin daye kevneşopiya çapameniy azad de peyam bide kesên ku armanc dikin rastiya desthilatê derxin holê û binpêkirinên mafan ragihînin.    Desthilat êrişên xwe yên ku ji bo rojknamegerî neyê kirin didomîne û li dijî çapameniyê her cure amûrên tundiyê bi kar tîne. Li gelek bajaran rojnameger dema ku nûçe dişopandin bi tundiyê re rû bi rû man, nûçeçêkirina wan hat astengkirin û hatin binçavkirin. Piştî kuştina Akarsel li gelek bajaran bi pêşengiya jinan çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de polisan êriş pêk anîn û hempîşeyên me jî kirin hedef. Li dijî rastiya ku divê di her şert û mercî de destnedayîna çapameniyê hebe, desthilat û polîsan destpêkê rojnamegeran ji xwe re kirin hedef.   QANÛNA SANSÛRÊ   Desthilata AKP-MHP’ê ku li dijî kevneşopiya çapameniya azad û çapameniya muxalîf sansurê bi darê zorê yê darazê bi kar tîne û mudaxaleyî sepanên medya sanal dike û nûçe û malperên nûçeyan astgeng dike, di encama bertekên ku hatibûn nîşandan beriya niha bi gotina wê “qanûna pêşîgirtina dezenformasyonê” û bi gotina me “qanûna sansurê” dabû sekinandin. Lê piştî demekê careke din qanûnê anî rojeva meclisê. Qanûn di 13’ê cotmehê de bi dengê AKP-MHP’ê hat erêkirin û di 18’ê cotmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.   Tevî ku yên herî zêde deng derdixînin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ne jî, rastiyeke ku ev qanûn hemû beşên civakê eleqedar dike heye. Bi vê qanûnê re hewldana welatiyekî ya li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bide bihîstin, bi gotina 'dezenformasyonê' dikare pêşî lê bê girtin. Yanî bi qanûna sansurê re tê armanc kirin ku bi taybetî pêşî li belavbûna nûçeyên sûcên ku faîlê wan dewlet û mêr in bê girtin.    PÊLA BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN    Piştî ku qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin hefteyekê şunde, saziyên çapemeniya azad JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) careke din bûn hedefa desthilatê. Desthilata ku di rewşa heyî de armanc dike li her herêmê nûçegihanên wan nikarin bixebitin, bi destê darazê careke din saziyên çapemeniyê kirin hedef. Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsan a MA’yê Dîran Yurtsever, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Zemo Aggoz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Hakan Yalçin, nûçegihanê stajyer ê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan li bajarên cuda hatin binçavkirin. Dîsa li Amedê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren, di çarçoveya dosyeyeke cuda de bi sedemê cezayê wê hatiye pejirandin piştî hate binçavkirin, hate girtin.    Di operasyona ku navenda wê Enqere pêk hat de, îşkence li rojnamevanan hate kirin. Deriyên malên wan hatin şikandin û rojnamevan bi paşve kelemçekirî li erdê hatin dirêjkirin, avêtin li dîwarî dan, berê çekan dan stuyê wan, bi erdê re hatin kaşkirin, heqaretên zayendperest li wan hatin kirin. Dema hatin binçavkirin hewl dan serê wan bitewînin û her wiha dest danîn ser ekîpmanên wan ên teknîkî.    Pitika 45 rojî ya nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz ku hatibû binçavkirin, bi saetan birçî hate hiştin. Şîrdayîna pitika Zemoyê, girêdayî destûra dozgeriyê hate kirin. Li ser bertekên hatin nîşandan, Zemo bi şertê hefsa malê hate berdan.     GIRTINA 10 ROJNAMEVANAN    10 rojnamevanên din 28’ê cotmehê sewqî edliyeyê hatin kirin. Tevî ku wergirtina îfadeyên wan zû bi dawî bûn jî derbarê rojnamevanan de nîvê şeva 29’ê cotmehê de biryara girtinê hate dayîn. Rojnamevanên ku nûçeyên wan, hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re û gera wan bûn mijara sûc, di korîdorên edliyeyê de bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” biryara girtinê şermezar kirin. Ji rojnamevanên hatin binçavkirin tenê Mehmet Gunhan bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Girtina 26 hevalên me yên kedkarên çapemeniya azad a di mehekê de, kevneşopiya çapemeniya azad bi dawî nekirin. Lê belê careke din nîşan da ku tirsa hikumetê ya ji rastiyê, çawa ew nêzî dawiyê kiriye. Desthilatên salên 90’î bi rêbazên JÎTEM’ê nekarîbûn serê çapemeniya azad bitewînin, desthilatên ku îro bermahiyên JÎTEM’ê ne jî wê nikaribin serê çapemeniya azad bitewînin.    KAMPANYA    Bi wesîleya rapora me ya mehane em careke din kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişîne” ku me di 2’yê mijdarê de li Amedê da destpêkirin bi bîr dixin û û hemû hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniyê. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi parvekirina nûçeyên xwe yên bi JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê re nîşan bidin ku nûçe û rojnamegeriya rojnamevanên kurd ên dixwazin bi girtinan bên bêdengkirin ne sûc in.”    Di raporê de binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanan wiha ne:   BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEVANÊN ÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ   * Rojnamegeran êriş li wan hat kirin: 1   * Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 12   * Rojnamegerên hatin binçavkirin: 23   * Rojnamegerên hatin girtin: 10   * Rojnamegerên ku rastî muameleya xerab hatin: 14   * Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2   * Rojnamegerên ku di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin: 6   * Binpêkirinên li dijî rojnamegeran ên li girtîgehan: 23   LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ   * Rojnameger hatin cezakirin: 5   * Rojnamegerên hatin darizandin: 59   * Hejmara rojnamegerên girtî (ji 1'ê cotmehê ve): 88   BINPKIRINA MAFÊN ROJNAMEVANAN ÊN ABORÎ/CIVAKÎ   * Binpêkirina mafên aborî: 2   QEDEXEKIRIN Û SANSÛRKIRIN    * Biryara qedexekirina weşanê: 1   * Cezayê rawestandina weşanê: 5   ASTENGIYÊN LI PÊŞ MEDYA INTERNET-DÎJÎTAL   * Malperên hatin girtin: 4   * Nûçeyên hatine qedexekirin: 49   * Naveroka medyaya dîjîtal ku hatine qedexekirin: 2