Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e 2022-11-04 15:42:21   STENBOL – Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ên Stenbolê îro jî berdewam kir. Polîsan êrişî dayikan kir, derb kirin û binçav kirin. Di dema êrişê de dayikan got ku tekane daxwaza wan edalet e.    Ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, xizmên girtiyan li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. 33’yemîn çalakiya Nobeta Edaletê ya Stenbolê li pêşiya Edliyeya Çaglayanê hat domandin. Dayika Yakûp Akman ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman, dayika Hemgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin Cemîle Karakaş û xwîşka Erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê di hucreya yekkesî de tê ragirtin Kumrî Akgul tev li bûn. Parlamenterên HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya û Oya Ersoy jî piştgirî dan çalakiyê.    Xizmên girtiyan xwestin daxuyaniyê bidin lê belê polîsan ew dorpêç kirin. Piştre xizmên girtiyan bi îşkence û kelemçeyê hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de dayikan got ku tekane daxwaza wan edalet e û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Nehat hînbûn ku xizmên girtiyan birine ku derê.    Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dayik dixwazin ku mafên zarokên wan ên girtî neyên binpêkirin. Lê her hefteyê xizmên girtiyan binçav dikin. Ev êriş, derhiqûqî ye. Em jî dê her hefteyê piştgiriyê bidin xizmên girtiyan.”   Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya jî bertek nîşanî binçavkirina xizmên girtiyan a her hefteyê da û got ku tekane daxwaza dayika berdana girtiyên nexweş e û ew jî li gel daxwazên dayikan e.