Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye 2022-11-04 14:38:38   NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê serlêdana derbarê kesên di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye red kir û îdia kir ku binpêkirin nîne û hêza kuştinê ji neçarî bûye û ew derfet nîne ku wezîfedar bên diyarkirin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) demek beriya niha serlêdana derbarê hin kesên di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîra Şirnexê de ku asê mabûn û di jêrzemînan de hatin qetilkirin, “nayê qebûlkirin” dîtibû. Hêceta biryara derbarê serlêdanê de hat eşkerekirin. Serlêdan bi hêcetên wek “Azadî û ewlehiya kes hatiye binpêkirin”, “Mafên serlêdana şexsî hatiye binpêkirin” û “Qedexeya muameleya nebaş, binpêkirina mafê rêzgirtina li ber jiyana taybet û malbatî, binpêrkirina azadiya ol û wîjdan” hatibû kirin. AYM’ê di hêceta biryara xwe de îdia kir ku di warê rêbaz û esasê de tu “binpêkirin nehatiye dîtin.”    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Di biryarê de Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û Yasemîn Çîkmaz, Serdar Ozbek, B.K. û M.B. di 9'ê sibata 2016'an de di dema qedexeyê de li avahiya hejmar 7 a kolana Nîran a Taxa Cûdî bi awayek jiyana xwe ji dest dane hatibûn dîtin. Di biryarê de, di lêpirsînên ku derbarê serlêderan de hatine destpêkirin de biryarên derbarê "neşopandinê" de hatin bibîrxistin. Di beşa "nirxandin" a biryarê de, serlêdana ku tê gotin ji ber ku M.B., B.K., Yasemîn Çîkmaz, Serdar Ozbek, Asya Yuksel û Mehmet Tunç tedawîya pêwîst nehat kirin mafê jiyanê hatiye binpêkirin wek “nayê qebûlkirin” dît.    'HÊZA JI NEÇARÎ’    Di biryarê de tê îdiakirin ku her şeş kesan jî di şer de jiyana xwe ji dest dane û leşker û polîsan ji bo “talûkeyê berteraf bikin” tevgeriyan e.    Di biryarê de cih dane nêrîna Wezaretê jî û hat îdiakirin ku di mijara rîayetî rêgeza “pîvantiyê” jî tevdîr hatine kirin û leşker û polîs “neçar mane ku hêza serdest ango hêza kuştinê” bikar anîne.