Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e 2022-11-04 13:18:35   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, bi lêv kir ku daxwaza wan daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 606’an de berdewam dike. Dayik û kurê xwe yên hatin ber edliyeyê li Quncikê Edaletê nobeta xwe didomînin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi wêneyê parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku li Meclisê wêneyê dayika Emîne Şenyaşar parve kiribû re ev peyam parve kir: “Dema wêneyê dayikê li kursuya Meclisê hate rakirin, çima hemû parlamenterên AKP’ê serê xwe ditewînin. Kesên dibêjin kesê zilmê dike ji me ye, nikarin derkevin nava civakê. Daxwaza dayika Şenyaşar, daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e.”