Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin 2022-11-04 11:02:13 MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşma “Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” bang kirin û wiha gotin: “Bikaranîna çekên kîmyewî tenê pirsgirêka kurdan nîne. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Divê hemê gel bên ba hev û pêşî lê bigirin.”    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Taksîm a Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengtiya meşa li Taksîmê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Platforma Koçberiyê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê pêşengtiya meşa li Silopiyayê dikin.    Kesên ku dê ji Mêrsînê beşdarî meşa li Silopiyayê bibin, banga tevlibûnê li her kesî kirin.    'DIVÊ SÛC BÊ ŞÊNBERKIRIN Û HESAB JÊ WERE PIRSÎN’   Ji Meclisa HDK’ê ya Mêrsînê Mesût Aslan da zanîn ku netewe dewletan heta niha her tim di şer de serî li rêbazên bêrehm daye û wiha got: “Yek ji van rêbazan jî bikaranîna çekên kîmyewî ye. Tirkiyeyê di şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de pêşketinek bi dest nexist. Lewma jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî da ku bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin û ew bi xwe jî aliyekê wan peyamanan e. Divê sûcê hatiye kirin bê şênberkirin û hesaba wê jê were pirsîn. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê, banga min li her kesî ew e ku beşdarî meşê bibin.”    'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ ŞER E’   Hevberdevka DBP’a Mêrsînê Yeter Guzel jî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî bi bîr xist û wiha domand: “Ya ku tê kirin, sûcê şer e. Divê hiqûqeke şer jî hebe. Erê rast e ev 40 sal in şer heye. Li her devera Rojhilata Navîn şer heye lê belê bikaranîna çekên kîmyewî sûcêkî şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê rêxistinên navneteweyî êdî li hemberî van sûcan bêdeng nemînin.”    Berdevkê Meclisa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê Ozkan Yalçin jî bi lêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca ji van êrişan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku bi berpirsyariya xwe rabin û tev li meşê bibin.”