Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn 2022-11-04 10:32:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Samîn Yassîn ku bi stranên xwe piştgirî dida çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di 2’yê cotmehê de hatibû girtin. Dadgeha rejîma Îranê, cezayê îdamê das hunermend Yassîn.   Di 16’ê îlonê de bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê” ve, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî dest pê kirin û ev çalakî hêj bênavber didomin. Hunermendê kurd Samîn Yassîn (Seydî) ku di dema çalakiyan de bi stranên xwe piştgirî dida çalakvanan, di 2’yê cotmehê de hat binçavkirin. Dadgeha rejîma Îranê jî cezayê darvekirinê da hunermend Yassîn.    ÎŞKENCEYÊN GIRAN LÊ HATIN KIRIN   Hunermend Yassîn ku li bajarê Kirmanşah ê rojhilatê Kurdistanê hat binçavkirin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat û piştî demekî dirêj ê binçavkirinê, duh derxistin dadgehê. Yassîn, her 11 tawanbariyên lê hatin kirin red kir. Tevahiya darizandinê li ser televîzyona dewletê ya Îranê bi zindî hat weşandin ku rejîm her tim weke amûreke “belavkirina tirsê” bi kar tîne. Darizandina Yassîn tenê 10 deqeyan dom kir û şandeya dadgehê cezayê darvekirinê da Yassîn.    BIRYAR HAT PROTESTOKIRIN   Piştî ragihandina biryarê, li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan û biryar protesto kirin. Di heman demê de ji gelek welatên cîhanê gelek hunermendan cezayê darvekirinê şermezar kirin û ji bo ku rejîm ji vê biryara xwe vegere, dest bi kampanyayê kirin.