Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn 2022-11-04 10:02:42   Omer Fîdan *   AMED -  Encamên 9'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatibûn aşkerekirin. Merasîma xelat dayîna pêşbirkê wê sibê li Amedê were lidarxistin.    Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ev 9 sal in li ser navê helbestvanê nemir Arjen Arî pêşbirka helbestan li dar dixin û xelatan didin. Arjen Ariyê ku di dilê kurdîhez û wêjehezan de çiyayekî bêhempa bû 10 sal beriya niha, di 30’ê cotmeha 2012’an de koça dawîn kiribû. Bi pêşengiya malbata wî, wek kevneşopiyekê, berpirs û nûnerên saziyên sîvîl, weşanxaneyên kurd, nivîskar, xwîner û hezkiriyên Arjen Arî wek her sal, îsal jî di 10’emîn salvegera wefata wî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Piştî ku axaftinên der barê wî de, bîranînên bi wî re hatin parvekirin, li ser vexwendina malbatê, kesên ku hatibûn goristanê, çûn mala Arjen Arî û li wir bi hev re xwarin xwarin.   Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî di bîranîna Arjen Arî de daxuyand û diyar kir ku dê di 05'ê mijdara 2022’yan de, roja şemiyê, xelatên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî bidin xwediyên wan. Wek ku berê hatibû daxuyandin û encam hatibûn eşkerekirin, îsal xelata yekemîniyê ya pêşbirka helbestan a Arjen Arî dê ji bo Bahadîn Akhan bê dayîn û her wiha xelata rûmetê jî dê ji bo Ragip Zarakolu bê dayîn. Îsal Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle û Nejla Arî di lijneya nirxandina berheman de bûn, ango di juriya vê pêşbirkê de bûn. Di encama nirxandinan de juriyê biryar da ku xelata yekemîniyê bidin helbestvan Bahadîn Akhan.   Her wiha wek her sal, îsal jî dê xelata rûmetê bê dayîn. Lijneya amadekar a vê merasîmê biryar daye ku xelata rûmetê ya îsal, ji ber xebatên wî yên sûdewer ên ji bo gelê kurd, bide Ragip Zarakolû. Wek ku tê zanîn di salên borî de ev xelat dîsa bi heman sedemê, ji bo xebatên wan ên sûdewer ji bo Şebnem Korur Fîncanci, Kadîr Înanir û Konseya Navendî ya TTB’yê jî hatibû dayîn. Şebnem Korur Fîncanciya ku niha ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê gaza kîmyewî ya ku di şer de hatî bikaranîn de hatî dîlgirtin ji ber xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan, Kadîr Înanir ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê û Konseya Navendî ya TTB’yê jî ji bo sekna xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê ev xelat wergirtibûn. Xelata Ragip Zarakolu dê ji aliyê kurê wî Denîz Zarakolû ve bê wergirtin.   Gelek sazî û dezgehên ku bi ziman û wêjeyê re eleqedar in û sazî û dezgehên nivîskaran ji bo vê merasîmê hatine vexwendin. Her wiha, berhema Bahadîn Akhan a ku hêjayî xelata yekemîniyê hatiye dîtin, ji aliyê Weşanên Sor ve hatî çapkirin û cara pêşîn dê di vê merasîmê de bê belavkirin. Merasîm dê di 5’ê mijdara 2022’yan de li Eywana Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê bê lidarxistin.   Arjen Arî kî ye?   Di sala 1956’an de li herêma Omeriyan, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979’an de Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî kuta kiriye. Di sala 1976’an de li Nisêbînê, ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser helbestên wî yên bi kurdî û tirkî. Piştî hefteyekê ew hat berdan lê “helbestên wî heta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de di hepsê de ne.” Cara pêşîn helbesta wî di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin de weşiyaye. Piştî ku di sala 1992’yan li Nisêbînê, li ber mala xwe rûberî êrîşeke çekdarî bûye, hatiye Amedê û li vir bi cih bûye. Arjen Ariyê ku bi gelek helbest û berhemên xwe di dilê xwînerên kurdî de xwediyê cihekî girîng û taybet e, di 30’ê cotmeha sala 2012’an de, ji ber nexweşîna pençeşêrê, li Amedê jiyana xwe ji dest da.   Berhemên wî;   Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Aveseta, 1999 Ev Çiya Rûspî ne, Avesta, 2002 Destana Kawa, Elma, 2003, Destana Kawa (Kurdî/Tirkî), Evrensel, 2011 Eroûtîka, Lîs, 2006 Bakurê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakur, Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, 2007 Şêrgele, Avesta, 2008 Çil Çarîn, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009 Bîhoka li Pişt Sînor, Avesta, 2010 Payîza Peyvê, Belkî, 2011 Kulîlkên Be’îvan, Ronahî, 2011   * Hevserokê Navenda PENa Kurd