Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin 2022-11-03 22:31:04   ŞIRNEX - Li Şirnexê di kana komirê de 20 karker ji ber xwarinê bi jehrê ketin.   Li Şirnexê 20 karkerên di kanên komirê de dixebitin, piştî şîvê bi jehrê ketin. Ji karkerên ku di kana komirê ya Suleyman Bolunmez de (bavê Parlementera AKP'ê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez) dixebitin 7 jê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku rewşa her 13 karkerên din jî baş e.