Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket 2022-11-03 18:01:44   ÎZMÎR –  Girtî Hurriyet Dogan ku înfaza wê 3 caran hatibû şewitandin, piştî 18 salan ji girtîgehê derket.    Girtî Hurriyet Dogan ku înfaza wê 3 caran hatibû şewitandin, piştî 18 salan ji Girtîgeha Şakranê ya Jinan derket. Dogan ku di sala 2004'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin cezayê wê di sala 2016'an de temam bûbû, lê înfaza wê 6 salan hatibû dirêjkirin. Desteya îdare û çavdêriyê ya girtîgehê di 31'ê Kanûna 2021'ê de bi hinceta "poşmanîtî qebûl nekiriye" înfaza wê 10 mehan û di 3'yê Tebaxa 2022'yan de jî 3 mehan dirêj kiribû.   Malbata Doganê, rêvebirên EGE-TÛHAYDER'ê û gelek kesan Doganê li ber girtîgehê pêşwazî kirin.