Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê 2022-11-03 16:33:28   ANKARA - Serokê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren û dîroknas Mehmet Bayrak bi mebesta piştevaniyê çûn serdana buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 25’ê cotmehê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê bi îşkenceyê binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatin girtin. Serdanên bi mebesta piştevaniyê yên bo MA û JINNEWS’ê berdewam in.    Di vê çarçoveyê de Serokê Giştî yê Basin-Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren, Nûnerê Basin-Îşê yê Herêmê Turgut Dedeoglû û dîroknas Mehmet Bayrak çûn serdana buroya MA’yê ya Enqereyê. Di serdanê de bi nûçegihanan re sihbet kirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.    Her wiha xwînerên Rojnameya Alinteriyê jî bi mebesta piştevaniyê çûn serdana nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz ku cezayê “hefsa malê” lê hatiye birîn. Xwînerên Alinteriyê gul dan rojnameger Aggoz û têkildarî pêvajoya binçavkirinê pê re axivîn. Xwînêrên Alinteriyê destnîşan kirin ku dê piştevaniya wan bidome û xwedî li pênûsa çapemeniya azad derkevin.