Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne 2022-11-03 15:35:37   ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû di Doza Kobanê de têkildarî Merdan Ruştuovalioglû ku ji ewil weke “şahidê nepen” û piştre jî weke şahidê aşkera tev li dozê bûye dîmen da temaşekirin û ji şandeya dadgehê re wiha got: “Ez di navbera we û şahidên nepen û yên aşkera de tu ferq û cudahiyan nabînim.”    Rûniştina 7’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî amade bûn.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.   Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî siyasetmedaran da zanîn ku dê mafê xwe yê axaftinê yê derheqê ewraqan de piştre bi kar bînin.    KIŞANAK: DERHEQÊ SÛCDARIYA PÊDANKERIYÊ DE TU NÛVE NÎNIN   Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak da zanîn ku zêdetirî hezar û 400 ewraq li dosyayê hatine zêdekirin û wiha got: “Ez ê mafê xwe yê axaftinê yê derheqê vê mijarê de piştre bi kar bînim. Ji bo ku em bikarin ji hev cuda bikin bê ka bi kîjan sedemê, ji bo kîjan bûyerê, bi kê da ye kirin, divê em yek bi yek li hemû dosyayan binêrin û gotina xwe amade bikin. Heke di destê wan de ji bo pêdankeriyê nûveyek hebûya,  dê em jî tev li wan dozan bihatina kirin lê em tev li wan dozan nekirin. Van belgeyan ji kesê pispor re bişînin bê ka ev belgeye dê çiqas demê de bên lêkolînkirin. Dixwazim ku mafên me yên di vê mijarê de veşartî bimînin.”   DEMÎRTAŞ: TU ÎFADE LI SER ME NÎNIN KU ME DA BE KIRIN    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku bi dehhezaran ewraq bi awayekî dijîtal ji wan re hatine şandin û wiha domand: “Heke bi rastî jî darizandinek hebûya, bêyî ku hewcehî bi lêkolînkirina van belgeyan bibînin, dê me baweriya xwe bi şandeya bianiya û parastin jî nekira. Ji ewraqên hatine tê fêmkirin ku heke em tenê di dosyayekê de jî weke pêdanker bihatina dîtin, dê me jî tev li dosyayê bikirana. Derheqê min de tenê yek sûcdariya pêdankeriyê nîne. Ne di doza lêpirsînê de û ne jî di nava ewraqan de heye. Heta di bûyereke şikandina cama wesayîtê de jî nîne. Lê tevî vê rastiyê jî hûn me bi sûcê pêdankeriyê didarizînin.”    ‘EZ Ê DERHEQÊ MUTALAAYÊ DE GOTINEKÊ NEBÊJIM’   Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî da zanîn ku tevahiya ewraqên têkildarî bûyerên di pêvajoya 6-8’ê Cotmehê de qewimîn kêm in û ev tişt anî ziman: “Ez ê derheqê van dosyayan de tiştekî nebêjim. Em bi kompasekê tev li van dosyayan hatin kirin. Lewma jî dê gotinekê nekim.”    Piştî siyasetmedaran jî parêzer Kenan Maçoglû dîmeneke ku derheqê şahid Merdan Ruştuovalioglû de amade kiribû da temaşekirin. Maçoglû, destnîşan kir ku Merdan Ruştuovalioglû berê “şahidê nepen” bû û şandeyê herî zêde ji wî hez dikir. Maçoglû bi domdarî wiha got: “Dema Merdan diaxiviya, dema we jê pirs dikirin, dema Merdan bersiv dida, hûn ji vê gelek keyfxweş dibûn. Dema Merdan şahidiya nepen dikir, hûn mîna ku zarokê we be lê xwedî derketin. Lê Merdan 8 sal piştre derket holê. Bawerim hikmeta Xwedê ye, di nava van 8 salan de bêyî ku agahiya kesekî jê hebe, di carekî de xwe gihand dadgeha we. Merdan, îfadeyeke bi qasî 130 rûpelan da. Ev jî bes nekir êdî hûrgilî vegotin. Her kes bi awayekî li cihekî dît û heta gotinên wisa balkêş kir ku digot tev li civînên rayedarên payebilind ên rêxistinê bûye.”    ‘DI NAVBERA WE Û ŞAHIDAN TU FERQ NÎNE’   Bi domdarî Maçoglû destnîşan kir ku şahid Ruştuovalioglû bi qasî 10 saetan derew kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî çû. Di îfadeyên xwe de her tim qala kesekê bi navê ‘Şahîn’ dikir. Dibêje ku kesê bi navê Şahîn jiyana xwe ji dest daye. Kesekê mirî weke şahidê xwe nîşan dide. Li cihekî Şahîn êdî xistiye serê xwe. Tevahiya çîroka xwe li gorî Şahîn amade kiriye. Digot qey dê îfadeyên wî yên li emniyetê bên jibîrkirin. Jixwe piştî ku Merdan hatî vê derê we îfadeyên wî yên li emniyetê dan me. Nexwe we nedidan. Gelo wateyeke van gotinên me bo we heye? Ne bawerim. Min got belkî hûn ji van gotinên min şerm bikin lewma min vegot. Lê ez ji wê jî ne bawer im. Di navbera tiştên ku şahidên nepen û aşkere dikin û kirinên we de tu ferq û cudahî nîne.”    Parêzer Cemîle Turhalli Balsak jî diyar kir ku di ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin de bêmimkiniyeke teqez heye û wiha got: “Di nava rojê de bi dehan belge li dosyayê hatine zêdekirin. Ji bo ku venihêrîneke baş çêbibe, diviya bû demek berê ev ewraq ji me û miwekîlên me re bihatina şandin. Tevî ewqas gotinên hevnegirtî yên Merdan Ruştuovalioglû jî, gelo dê dadgeha we hêjta biryara girtinê bide? Yek ji yekemîn berpirsyartiya dadgeheke bêalî ew e ku hemû agahî û belgeyan ji me re bişînin û ji bo lêkolînkirina wê jî demekî pêwîst bide. Rewşa heyî veguherî rewşeke bisînorkirinê.”    DESTWERDAN LI PARASTINA PARÊZERAN KIR   Balsak, da zanîn ku dixwaze li ser navê siyasetmedara kurd Aynûr aşan mafê axaftinê bigire lê şandeya dadgehê got ku divê wekaletnameya xwe pêşkeş bike. Li ser vê yekê Balsak CMK bi bîr xist lê gotina wê ji hêla şandeya dadgehê ve hat qutkirin.    Parêzer Cahît Kirkazak jî bertek nîşanî şandeya dadgehê da. Ji ber ku her carê gotina axaftvanan dihat birîn, siyasetmedaran bertek nîşan dan û gotin; “Bêtehemûliya li hemberî kurdî ye.”    Balsak, piştre dîsa mafê axaftinê girt û xwest ku Aşan were berdan.    Piştre jî şandeya dadgehê saet û nîvan navber da danişînê.