Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye 2022-11-03 13:48:17   ENQERE – Hat destnîşankirin ku Jiyana Hussein Ronaghî yê ji bo dayîna îfayê çûbû Girtîgeha Evînê û bi lêdanê hatibû girtin di talûkeyê de ye.     Ji ber rola xwe ya di çalakiyên şermezarkirinê yên piştî hilbijartina 2009’an, polîsên rejîma Îranê bi ser mala nivîskarê blogê, aktîvîst û muxalîfê siyasî Hussein Ronaghî de girtin. Lê di dema serdegirtina malê de Ronaghî li malê nebû û tev li weşana zindî bûbû. Rojek piştre jî Ronaghî tevî parêzerên xwe ji bo ku îfadeyê bide çû Girtîgeha Evînê. Ronaghî, li girtîgehê tevî parêzerên xwe hat girtin û 2 lingên wî bi îşkenceyê hatin şikandin. Ronaghî ji roja hatiye girtin heya îro di greva bîrçîbûnê de ye. Birayê wî Hassan Ronaghî li ser Twîtterê diyar kir ku rewşa birayê wî di xetereyê de ye. Malbata Ronaghî ev 20 roj e li pêşiya Girtîgeha Evînê nobeta edaletê digire.    ‘PLANSAZIYA KUŞTINA HUSEYÎN DIKIN’   Birayê Ronaghî, Hassan li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Komara Îranê plansaziya kuştina birayê min dike.” Ronaghî bi bîr xist ku talûkeya jiyanê ya birayê wî heye û wiha got: “Birayê min nayê tedawîkirin û dermanan jê re nadin. Piyên birayê min şikestî ne, nexweş û xwînê divereşe. Lê tevî vê yekê jî di girtîgehê de tê ragirtin."   EV 20 ROJ IN MALBAT NOBETÊ DIGIRE   Hasan Ronaghî têkildarî çalakiya malbata xwe jî ev peyam parve kir: “Malbata min ji bo dengê Huseyîn bibihîse ji serê sibê heya êvarê li pêşiya girtîgehê disekine. Hûn ê bedêla hovîtiya ku hûn li dê û bavên vê xakê dikin, bidin."