Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe 2022-11-03 12:51:21   ENQERE - Yakûp Brukanli yê di nava 40 girtiyên li Girtîgeha Eregliya Konyayê de di qawişekê de tenê tê ragirtin, li dijî tecrîda giran agir berda bedena xwe.    Binpêkirinên mafan ên dijî girtiyan berdewam dikin. Li ser girtiyên li Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin binpêkirinên mafan berdewam dike. Di girtîgeha Eregliyê de 40 girtî di qawişên yekkesî de tên ragirtin. Girtî destnîşan kirin ku ew dijî binpêkirinên mafan ên li ser wan tên sepandin dê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojî didomînin. Ji 40 girtiyan Yakûp Brukanli yê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin li dijî tecrîda giran agir berda bedena xwe.    40 KES DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Girtî Îbrahîm Sutçu di axaftina xwe ya telefonê ya bi malbata xwe re pêk anî de anî ziman ku ew ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye, hevdîtina vekiri û mafê ragihandinê jê re hatiye qedexekirin. Sutçu ragihand ku ew ji 23’yê tebaxê heya niha di qawişên yekkesî de tên ragirtin û wiha axivî: “Ewil 30 girtî di greva birçîbûnê de bûn û em dizanin ku niha 40 girtî di grevê de ne. Dibe ku em ji 40 kesî zêdetir jî bin, em nikarin agahiyeke piştrast bi dest bixin. Em wekî girtiyên edlî yên giran rojê saetekê me derdixin hewadariyê. Em li hewadariyê jî hev nabînin. Ji bilî saeteke hewadariyê destûr nadin tu çalakiyên civakî. Li nêzî qawişên me girtiyên edlî yên giran hene û me aciz dikin. Em hê jî grava xwe ya birçîbûnê didomînin. Dema ku me xwest ku em derbasî qawişên 3 kesî bibin jî rêveberiya girtîgehê li me ‘qanûna poşmaniyê’ ferz dike. Ji me dixwazin ku em îxanetê bikin.”   AGIR BERDA BEDENA XWE   Sutçu anî ziman ku girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Yakûp Brûkanli yê di heman girtîgehê de tê ragirtin li dijî tecrîda giran bedena xwe daye ber agir û ev tişt gotin: “Em dizanin ku rewşa wî giran e lê em nikarin tu agahiyan jê bigirin. Em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û heya ku daxwazên me tên bersivandin êm ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”   BANGA LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN    Sutçu daxwazên xwe yên ji rêveberiya girtîgehê dixwazin wiha rêz kir: “Têkildarî rewşa Yakûp Brûkanli agahî stendin, bi hevalên xwe re di heman qawişê de bên ragirtin, saetên hewadariyê bên zedekirin, bi girtiyên edlî yên giran cudatir bên girtin û muameleya xirab were dawîkirin.”    Sutçu herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî kir ku bên serdana girtîgehê.