Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e 2022-11-03 12:18:10   ENQERE - Rojnamegerên ku ji ber sedema çêkirina nûçeyan hatin girtin, bo hempîşeyên xwe peyam şandin û diyar kirin ku li benda name û pirtûkan e.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 9 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê di 29’ê cotmehê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Rojnamegeran bi rêya parêzerên ji hempîşeyên xwe re peyam şandin û diyar kirin ku li benda name û pirtûkan e.    Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin.    Nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin jî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.    NAVNÎŞANÊN ROJNAMEGERÊN GIRTÎ   Qawîşa F2 ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê: Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren, Oznûr Deger.    Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê: Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin.