Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin 2022-11-03 12:17:42   WAN - Ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr ku li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin, ragihandin ku li dijî bêhiqûqiya li wan tê kirin dest bi rojiya mirinê dikin.   Ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr ku li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin, ragihandin ku wan li dijî bêedaletiya daraza Îranê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Ajokarên ku ji malbatên xwe re name şandin, banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kirin.    JI BER BENÊ EMELIYATÊ HAT GIRTIN   Ji girtiyan Mahmût Kandemîr da zanîn ku li noqteya lêgerînê ya li ser sînorê Îranê bi hinceta ku 2 qutiyên benê emeliyatê di TIR’a wî de hatine dîtin, hatiye girtin û ev agahî dan: “6 meh cezayê hefsê û 5 milyar û 216 milyon tumen (nêzî 16 milyon TL) jî cezayê pereyan dan min. Parêzerên ku min ji bo dozê girtibûn jî ez lêhbandim. Girtiyên li girtîgehê, bi pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê rû bi rû dimînin. Rêveberiya girtîgehê jî bersivê nade tu serlêdanên me. Me serî li Seferatxaneya Tirkiyeyê da û ji me re gotin; ‘Tiştekî ku em bikarin bikin nîne. Xwedê alîkarê we be. Li me negerin.’ Rewşa me ya madî rê nade ku cezayê pere yê li me hatiye birîn bidin. Heta ku em vî pereyî nedin jî nayên berdan. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin û dişînin Tirkiyeyê, ez ê devê xwe bidûrim û dest bi rojiya mirinê bikim. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê devê xwe venekin. Encama wê mirin be jî em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Hikûmeta Îranê ji bo pereyan em girtin û Tirkiye jî tu destwerdanan nake.”    DARIZANDINEKE DERUSÛLÎ KIRIN   Girtî Farûk Cansever jî bal kişand ser bêusûliya di pêvajoya darizandinê de û wiha got: “Bêyî ku darizandineke bi rêk û pêk were kirin, hatim girtin. Min ziman nedizanî û bêyî ku wergêrek hebe îfadeyê min girtin. Haya min ji alavên tibbî yên di wesayîtê de nebû. Lê her tişt avêtin ser min û hatim girtin. Nêzî 3 milyon û nîv TL cezayê pereyan dan. Cara ewil bû diçûm derveyî welat û min nedizanî li gumrikê ev tişt qedexe ne. Têkildarî vê mijarê nehatim agahdarkirin. Me serî li ku da be, bersiv nehat dayîn. Beriya girtinê ji xwe nexweş bûm. Li vir jî em nayên tedawîkirin. Malbata min a li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên aborî nikare bê serdana min. Carnan bi hefteyan nikarin peywendiyan bi malbatên xwe re deynin. Serlêdanên me yên li vir û yên malbatên me ku li Tirkiyeyê kiribûn bêencam man. Heta ku min dişînin Tirkiyeyê jî ez devê xwe didûrim û dest bi rojiya mirinê dikim.”   Her wiha Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Mehmet Bîrdal ku ji bo bazirganiyê çûbû Îranê û hatibû girtin,ji ber binpêkirinên heyî çendek roj berê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû.