Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand 2022-11-03 11:49:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Zeynel Bûlût ku di meha hezîranê de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, zilma li dijî girtiyên nexweş a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê ragihand û got ku revîr ji girtiyên nexweş re luks tê dîtin.   Li girtîgehên dewleta tirk ên li Bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş derketine asta herî jor. Girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û pirsên wan ên der barê van binpêkirinan de ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve bêbersiv tên hiştin. Herî zêde jî binpêkirinên mafan di warê tenduristiyê de tên jiyîn û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin.   Yek ji van girtîgehên ku binpêkirinên mafan li wan zêde ne jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê ye. Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bûlût ku di 16’ê hezîranê de Midurê Karê Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî di nav de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Amedê yên li dijî girtiyên nexweş ragihand.   'MÛAYENE WEKE LUKS TÊ DÎTIN'   Rojnameger Bûlût, da zanîn ku polîtîkayên ku ji aliyê dewleta tirk ve li girtîgehan tê meşandin hatiye asta sûcê mirovahiyê û got ku ji hêla tenduristiyê ve girtiyên nexweş gelek pirsgirêkan dijîn. Bûlût, diyar kir ku derketina revîrê û mûayeneya bijîşk a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve wekî luks tê dîtin û di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin û bi mehan dor nayê girtiyên nexweş ku derkevin revîrê û mûayene bibin.   Her wiha Bûlût, di nameya xwe de bal kişand ser pirsgirêka ceyranê ya ew pê re rû bi rû ne û da zanîn ku bi awayekî gelek biha heqê ceyranê li wan tê birîn û xwest ku ev neheqiya li dijî wan wan bê çareserkirin.   Nameya Bûlût a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de wiha ye:   “Hevalno wekî ku hûn jî dizanin polîtîkayên taybet ên li ser zindanan tên meşandin hatiye asta herî jor a sûcê mirovahiyê. Li aliyekî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, li aliyê din gav bi gav dehfdana ber bi mirinê ve. Li gel şert û mercên xirab ên li zindanan ku rê li ber gelek nexweşiyên kronîk û derbas nabin vedikin, nêzîkatiyeke dijmirovî û bêwijdanî jî li dijî girtî û hikumxwaran pêş dikeve. Li gorî derfet û lêkolînên ku me kir hema bêjin li tevahiya zindanan heman polîtîka tên meşandin. Li 17 girtîgehên ku hevalên me lê dimînin ku me pirsî li hemûyan jî di warê tenduristiyê de binpêkirinên mafan gihîştiye lûtkeyê. Derketina revîrê û muayeneya dixtor ji aliyê rêveberiyê ve wekî luks tê dîtin.   NEXWEŞÎ VEDIGUHERIN NEXWEŞIYÊN KRONÎK   Zindana ku em lê girtîne û yên din ji bo girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûd wernegirin û neyên dermankirin, her cure polîtîkayê dixin meriyetê. Wekî mînak, di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku bi mehan dor nayê wan ku derkevin revîrê û mûayene bibin. Dema ku rewş wiha be, ew nexweşîna peyda dibe ji demekê şûn de vediguhere nexweşiyeke kronîk û rê li ber texrîbatên li ser laş vedike. Her wiha dibe sedem ku ev nexweşî mirovekî girtî gav bi gav ber bi mirinê ve bibe. Daneyên ÎHD’ê yên 10 mehên dawî ku 63 girtî di zindanê de jiyana xwe ji dest dane piştrastkirina herî şênber a van polîtîkayan e.   BI HEZARAN GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN   Dema em vê mijarê tînin rojevê û ji berpirsan dipirsin bersiva wan ev e: 'Her kes dixwaze derkeve revîrê'. Bersiveke Sosret. Heke kesekî nenexweş be, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bin çima bixwaze derkeve revîrê û mûayene bibe? Bi rastî jî hatiye asta bi zorê, mirov bi êş û jana ku dikişîne dijî. Her wiha yên ku derdikevin jî bi gelemperî bêyî ku xetereyek bê xwestin, mûayeneyeke esasî bê kirin an jî ji bo fêhmkirina nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê bê kirin dermanê êşbirê tê nivîsîn û bi serserî tevdigerin, ji ser serê xwe diavêjin! Lewma jî bi hezaran girtiyên nexweş ji ber vê nêzîkatî û van polîtîkayên dijmirovî îro li zindanan terkî mirinê hatine kirin.   Ev pêkanînên ku em pê rû bi rû dimînin bingeha xwe ji nêzîkatiya dijminane û hestên faşîzan digire. Ji wijdan ehlaq û hiqûqa ku mafê mirovan diparêze gelekî bêpar e. Rêveberiya zindanê bi kêfî tevdigere. Zindanê weke laboratûarekê dixebitînin û bi jiyana mirovan dilêyîzin. Ev tiştên ku ez dibêjim ji hîs û westan wêdetir e. Rast e rast tiştên ku diqewimin, çavderî ne û ez bi xwe jî pê re rû bi rû mam. Lewma jî me xwest ev pirsgirêkên heyî bi we hevalên hêja û rayagiştî re parve bikin.   POLÎTÎKAYA CEYRANÊ DIJHIQÛQÎ YE   Hevalno mijareke din jî pirsgirêka ceyranê ye ku demek berê jî me parve kiribû. Li gel ku bi dehan caran hevalên me îtîrazî vê rewşê kirine û di warê hiqûqî de ketine nav hewldanan jî heta niha tu encamek nehatiye bidestxistin. Pirsgirêk ev e: 'Li tevahiya zindanan heqê ceyrana ku tê mizextkirin (xerckirin) ji girtiyan tê birîn. Ev bi xwe derhiqûqî ye. Lê ya sosret jî ew e ku bihayê bikaranîna ceyranê weke ya pîşesaziyê tê birîn. Ceyran ji sedî 50’î zem bûye. Em sê kes li qawişekê dimînin û tenê ketilekî me heye, vê mehê 546.04 TL heqê ceyranê ji me re hat. Hesap bikin li sedan zindanan bi 10 hezaran qawiş hene. Ev rast e rast mêtîngeriyeke, polîtîkayeke dijhiqûqî ye. Bi taybetî jî ji bo kesên girtî ev bê hiqûqiyek mezin e. Dewlet bi tu awayî nikare heqê tiştekî jê bixwaze û neçare ku hemû pêdivîyên girtî yên jiyanî bi cih bîne. Lê mixabin îro li tevahiyê zindanan em girtî bi polîtîkayek wiha der hiqûqî re rû bi rû dimînin.   Li gel îtiraz û serlêdanên hiqûqî, rojev bûna vê pirsgirêkê û ketina raya giştî dê ji bo encam girtinê gelekî girîng be. Lewma jî hûn hevalên hêja û kedkarên çapemeniya azad têxin rojeva xwe û bi parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bidin şîrovekirin dê gelek baş be.”