Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin 2022-11-03 10:15:37   ŞIRNEX - Hevserokên DBP’a Şirnexê, ji bo “Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî” ku amadekariyên wê berdewam dikin, wiha gotin: “Bêdengî cesaretê dide desthilatê. Em dengê xwe derxînin.”   Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe wê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê meşek were lidarxistin. Amadekariyên “Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî” ku dê bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) were lidarxistin berdewam dikin. Wê ji bajarên derdorê jî tev li bûn çêbibe.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ!   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Şirnexê Zekî Îrmez, diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî “li dijî mirovahiyê ye” û wiha got: “Ev şer hem li dijî exlakê hem jî li dijî wijdanê ye. Kesên li gorî exlak û wijdanê tevdigerin divê li dijî vî şerî bisekinin.” Îrmez, anî ziman ku dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin asta şer radixe ber çavan û wiha berdewam kir: “Tiştên di wan dîmenan de qewimîn her çiqas weke îdia hatibin dîtin jî ji aliyê Wezîrê Parastinê ve hatibû îtîrafkirin. Wezîr gotibû gaza îsotê bi kar anî bûn. Dîmenên ku derketin holê jî delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ye. Li ku be bila bibe di şerekî de çekên kîmyewî bên bikaranîn şerê mirovahiyê ye.”   Îrmez, bi lêv kir ku AKP û MHP di salên dawî de li dijî kurdan “şerê hebûn û nebûnê” dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê her ku diçe êrişên xwe zêde dikin. Ji ber konsepta şer Tirkiye hem aliyê aboriyê hem dîplomasiyê hem jî siyasî di rewşeke gelek xerab de ye. AKP û MHP bi vî şerî hewl dide xwe xelas bikin. Hewl didin gelê tirk jî li ser ol û netewperestiyê girêdayî xwe bikin. Çi bikin bila bikin wê biçin.”   ‘BÊDENGÎ CESARET DIDE’   Îrmez, xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin û wiha pê de çû: “Hêzên navnetewî dikarin di vê mijarê de lêkolînan bikin û sûc tespît bikin. Di vî sûcî de demborî nîne. AKP û MHP jî ji vê rastiyê ditirse. Ji ber vê yekê keseke weke Prof. Dr. Şebnem Korûr ku di qada xwe de pispor û bi salan e xebatên krîmînal dike girtin. Parvekirina Korûr ya nêrînên xwe AKP û MHP tirsand. Ji ber ku naxwazin rastî derkeve holê. Ev wiha berdewam nake. Dema li qada şer lêkolîn hatin kirin wê desthilata AKP’ê û MHP’ê neçar bimîne hesabê bide. Ji ber vê yekê deshtilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze bêdengiyê kûrtir bike. Hewl dide bi zext, tundî û tirsê li ser rastiyê veşêre. Divê gelê me jî li dijî vê bêdengiyê dengê xwe derxîne.”   Îrmez, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li dijî vî şerê li dijî mirovahiyê deng bê derxistin. Bêdengî mirine. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji vê bêdengiyê hêz digire. Dîsa bêdengiya saziyên navnetewî ku di van mijaran de lêkolînan dikin cesaretê dide desthilata AKP’ê û MHP’ê. Ji ber vê yekê divê em vê bêdengiyê ji holê rakin.”   BANG LI JINAN KIR   Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Salgucak jî diyar kir ku wê di 6’ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Silopiya meşekê li dar bixin. Salgûcak, ragihand ku wê heta Deriyê Sînor ê Xabûrê bimeşin û wiha got: “Em ê dengê xwe ji hemû cîhanê re ragihînin. Êdî bes e, bila mirov nemirin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em herkesên ku xwedî wijdan vedixwînin vê meşê. Em weke jin em ê li pêş meşê cihê xwe bigirin. Divê ev şer bi dawî bibe. Ji bo ku dilê dayika neşewite em vê meşê li dar dixin. Herkesên ku xwedî wijdan û exlakê divê êdî ji vî şerî re bêjin bes e.”