Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye 2022-11-02 21:04:53   COLEMÊRG – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar, piştî îdiaya ku cenazeyên 21 leşkerî hatine Çelê rewşa yekîneyên leşkerî yên li Colemêrgê û yên li ser sînor vekolandin.    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar tevî Serfermandarê Tirkiyeyê Orgeneral Yaşar Guler, FEramdnarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Mûsa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayê Oramîral Ercument Tatlioglû û Fermandarê Hêzên HEwayî Orgeneral Atîlla Gulan hat Colemêrgê. Akar, li Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ya Geverê ji aliyê Orgeneral Metîn Gurak û rayedarên din hat pêşwazîkirin û piştî pêşwazîkirinê bi helîkopterê çû ser sînor. Akar li bajêr û li sînor hin lêkolîn kirin.   Beriya hatina Akar li bajêr tevdîrine berfireh hatin girtin û bajar hat dorpêçkirin.    Akar û yên pê re ewilî ji hewayê vê yekîneyên leşkerî yên li Colemêrgê yên li sînor vekolandin. Paşê Akar çû Tûgaya Qomando ya Çiyê ya Colemêrgê û li vir hevdîtin bi fermandarên ku oeprasyona li Herêma Kurdistana Federe bi rê ve dibin kir. Piştî hevdîtinê Akar li bajêr serdana esanafan kir û çû serdana Fermandariya Cendirmeyan a Geverê.    PIŞTÎ ÎDIAYA 21 CENAZE HATINE HAT COLEMÊRGÊ   Hêjayî gotinê ye Akar piştî îdiaya ku 21 cenazeyên eskeran hatine Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê hat Colemêrgê.    Lêkolîn û kontrolkirinên Akar û yên pê re didomin.