Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin 2022-11-02 14:49:49   STENBOL  - Doza girtinê ya Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê bi sedema “dê li benda dosyaya kesê pispor bê girtin” hate taloqkirin.    Piştî ku çapemeniya nêzî hikûmetê Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê (TTM) hedef nîşan da ku xebatên xwe ji bo zarok û jinan dimeşîne, derheqê navendê de bi îdiaya “xebatên li dijî qanûn û exlaqê dike” doza girtinê hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 18’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye hat dîtin.    Di danişînê de gelek parêzerên TTM’ê amade bûn. Her wiha Ozlem Yildiz a ku TTM hedef nîşan dayî, Parlamenterê AKP’ê Metîn Kulunk û komeke bişaşik jî tev li danişînê bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dadger, da zanîn ku bersiva muzekkereyên wan ên ku di rûniştina din de ji Midûriyeta Têkiliyên bi Civaka Sivîl re ya Walîtiya Stenbolê, Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê re hatine nivîsandin, hatine. Dadger, diyar kir ku walîtî û serdozgeriyê dayîne zanîn ku derheqê rêveberên TTM’ê de tu bersiv nehatine dayîn.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dadgeriyê biryara xwe ya navberê da û daxwazên parêzerên TTM’ê red kir. Dadgeriyê biryar da ku xwe li benda dosyaya ji kesê pispor re hatiye şandin bigirin û dosyaya lêpirsînê ya derheqê Gîzem Kulekçîoglû de bînin dadgehê. Danişîn, taloqî 21’ê sibatê hat kirin.