Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze 2022-11-02 14:25:20   RIHA – Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêedaletiya Edliyeya Rihayê da û wiha got: “Ji ber ku di bêedaletiyê de yekemîn e, dê Edliyeya Rihayê jî bibe mûze.”   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 604’emîn de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li çalakiyê nebû lê kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hat pêşiya edliyeyê û dest bi çalakiya nobetê kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Girtîgeha Amedê di dema 12’ê Îlonê de bî îşkenceyên tê de hatine kirin bû dîrok. Li şûna ku bikin mûze, veguherandin navenda çandê. #urfa adliyesi ya di bêedaletiyê de bûye yekemîn jî dê dema pêş de bibe mûze. Herkes ji xeletiya tê kirin haydar e...”