Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir 2022-11-02 10:43:30   HATAY - Girtî Cebraîl Ancar ji ber ku daxwaza wî ya sewqkirinê nehatibû qebûlkirin, doz vekiribû. Dadgeha Kargêrî biryara rêveberiya girtîgehê weke “derhiqûqî nîne” nirxand û daxwaza Ancar red kir.    Girtiyê bi navê Cebraîl Ancar ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin, di 27’ê îlona sala 2021’an de ji bo ku sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê bê kirin serlêdan kir. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bi hinceta “rêjeya tijebûnê ya girtîgehê” ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê jî Ancar di sala 2021’an de bi rêya parêzera xwe Mehtap Sert serî li 17’emîn Dadgeha Kargêrî ya Enqereyê da. Parêzer Sert, di serlêdanê de diyar kir ku biryara hejmar 95813 a bi dîroka 27/09/2021’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan derhiqûqî ye, malbata Ancar li Amedê ye û ji ber rêya dûr jî nikare bi malbata xwe re peywendiyan deyne.    PARASTINA GIRTÎGEHÊ    Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan jî ji bo Dadgeha Kargêriyê parastina xwe şand. Midûriyetê îdia kir ku doz ji hêla usûlê ve li dadgeheke bêpeywir hatiye vekirin û ji hêla esasê ve jî biryara ji bo Ancar hatiye dayîn li gorî hiqûqê ye û xwest ku doz bê redkirin. Dadgehê, bal kişand ser fiqreya 1’emîn a xala 17’an a giştînameya hejmar 167 ya 2015-585’an a bi dîroka 05/06/2015’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê û xala 54’an a bi sernavê “neqilkirin” a di beşa 9’emîn a di bin sernavê “neqilkirinên girtiyan” a Qanûna Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya bi hejmar 5275’an û da zanîn ku Ancar bi îdiayên “damezirandina rêxistinê û rêvebirina wê” û “Xerakirina yekparetiya dewletê” li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin.    'DERHIQÛQIYEK NEHATIYE DÎTIN’   Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku girtîgehên ku dozdar dixwaze lê were sewqkirin ji ber ku tije ne, daxwaza Ancar nehatiye nirxandin. Bi domdarî dadgehê destnîşan kir ku Ancar li gorî profîla hikûmxwarên dikevin ber xala 9’emîn a qanûna bi hejmar 5275’an û wiha domand: “Lewma jî divê li girtîgehên bi ewlekariya bilind an jî beşekê wê bi ewlekariya bilind were ragirtin. Her wiha odeyên ji bo kesên ji sûcên terorê tên ragirtin ên saziyên ku dozdar dixwaze lê were sewqkirin, tije ne. Heke li girtîgehan hejmareke li ser kapasîteyê hebe, dibe ku ewlehiya şexs û saziyê bikeve xetereyê û tundrewî zêde bibe. Lewma jî daxwaza girtî ya ji bo sewqkirina Amedê hatiye redkirin û di biryara redkirina daxwaza neqilkirinê ya girtîgehê de jî derhiqûqiyek nîne. Bi van sedeman jî doz hatiye redkirin.”    '3 GIRTÎ BÊYÎ DAXWAZA WAN HATIN SEWQKIRIN’   Parêzera Ancar, Mehtap Sert bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Di dema ku miwekîlê me daxwaza sewqê dikir, ji bajarê Îskenderûnê 3 girtî bêyî daxwaza wan hatin sewqkirin. Malbatên tevahiya kesên hatine sewqkirin li Îskenderûnê ne. Mixabin ku bersivên alîgir ên rêveberiyê ji hêla dadgeha herêmî ve hatine qebûlkirin.”