Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin 2022-11-02 10:12:15   AMED - Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier ji bo meşa ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya bê li darxistin banga tev li bûnê li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 6’ê mijdarê roja yekşemê de li dijî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî endamên Hezên Parastina Gel (HPG) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya ‘Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê’ li dar bixin.    Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk dan û ji bo tev li bûna çalakiyê bang li gel kirin.    ‘NE TENÊ MIJARA KURDAN E’   Îmam Taşçier, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û di Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî hatiye diyar kirin ku kî wan çekên kîmyewî bikarbîne wê hesab bide. Tasçier, bi lêv kir ku divê derbarê çekên kîmyewî ku ji aliye Tirkiyeyê ve tên bikaranîn dewlet û saziyên navneteweyî lêpirsîn bidin destpêkirin û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî bi hev re bicivin û bikaranîna çekên kîmyewî tespît bikin. Kî çekên kîmyewî bikarbîne sûc e divê hesab bê pirsîn. Divê demildest derbarê çekên kîmyewî de lêpirsîn bê destpêkirin. Banga me ji saziyên navneteweyî yên berpirsyar re jî ew ê ku demildest lêkolînê bidin destpêkirin. Ev yek ne tenê mijara kurdan e.”   ‘ŞERÊ QIRÊJ Ê LI DIJÎ KURDAN’   Di berdewama axaftina xwe de Taşçier, diyar kir ku ew jî ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî dê di 6’ê mehê de li navçeya Silopiya meşekê li dar bixin û ji bo tev li bûna çalakiyê ev bang li gel kir: “Di Rojhilata Navîn de şerekî qirêj tê meşandin. Divê ji bo ku ev şerê qirêj bê tespîtkirin gelê kurd jî li nasname, dîroka xwe xwedî derbikeve û di nav hewldanê de be. Di dîrokê de gelek serhildanên kurdan ji ber ku xwedî derketin tunebûne têk çûne. Ji Şex Saîd, Seyîd Riza, Agirî, Dêrsim û Cizîra Botan gelek mînakên bi vî rengî hene ku ji bo azadiyê berdil hatine dayin lê ji ber ku xwedî derketin tunebûne têk çûne. Ji ber wê banga me li gelê kurd ew e ku, li dijî vî şerî bertek nîşan bidin û xwedî li rêxistina xwe derkevin. Ji bo ku balê bikişînin ser çekên kîmyewî û dinya jî bêdeng nemîne em dê li Silopiyayê meşekê li dar bixin. Heke em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan nedin dinya jî wê bêdeng bimîne. Ji ber wê banga me ya li gel ew e ku tev li meşa Silopiya bibin, li dijî şer bertek nîşan bidin ku ev şer bê rawestandin û kurd jî weke hemû miletên cîhane li ser axa xwe azad bijîn.  Banga me ya ji dewlet û saziyên navteweyî re jî ew e ku bila vî şerî bi awayekî demokratîk çareser bikin.”   ‘TIRKIYE BI SALAN E ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKARTÎNE’   Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi salan e çekên kîmyewî bikartîne û ev tişt gotin: “Li navçeya Cizîr û Sûrê jî me dît, li wir bombaya ku jê re dibêjin mîsket bikaranîn lê înkar kirin gotin ‘me bikar neaniyê’.  Weke ku ew bombe înkar kirin niha jî çekên kîmyewî înkar dikin. Lê bi parvekirina wan dimenên ku çekên kîmyewî bandor li 2 ciwanên kurd kiriye aşkera bû ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek deverên dinyayê derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî hatin dayîn. Şebnem Korûr Fîncanci jî bi mebesta çekên kîmyewî hat girtin.”    ‘EM BI HEV RE LI DIJÎ ŞER BISEKININ’   Tosûn, di berdewamiya axaftina xwe de ji bo tev li bûna meşa Silopiya ev bang li gel kir: “Di 6’ê mehê de dê li Silopiya û Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşa mirovahiyê bê li dar xistin. Banga me ji hemû gelê Kurdistanê re ew e ku tev li van meşan bibin. Çekên kîmyewî îro li her derê qedexe ne lê li çiyayên Kurdistanê bi awayekî vekirî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji ber wê yekê banga me ji hemû kesen ku dibêjin em xwedî wijdanin re ew e ku tev li çalakiyê bibin û em bi hev re li dijî vî şerî bisekinin.”