ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-02 09:00:11     * Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku li Amedê di 16'ê Hezîranê de hatibû girtin, diyar kir ku feraseta ku Nagîhan Akarselê qetil kiriye û feraseta êrişî rojnamevanên kurd dike heman feraset e û got: "Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin."    * Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de destnîşan kir ku madem desthilat dibêje çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe divê destûra vekolandinê bide.    * Zinarên Cûdî ku li Zapê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, bi vî awayî dabû ser rêça azadiyê: "Li vî welatî, heya em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heya Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye."   * Nîmet Deyîş ku 30 sal in girtiye, nêzî 4 meh in cezayê lê hatiye birîn qediyaye. Lê ji ber ku Girtîgeha Mereşê ya Tîpa L'yê "poşmanîtiyê" lê ferz dike û ew jî qebûl neka, berdana wî 6 mehên din jî hatiye ferzkirin.   * Hevserokê SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku çekên kîmyewî ne tenê mirov, av, ax, hewa jî di nav de tevahiya ekosîstemê texrîb dikin û got ku divê mirov li hemberî vê rabin.   * Nivîskar û Şanoger Ghotbedîn Sadeghî destnîşan kir ku zextên desthilatdaran û rewşa aborî hunermendan asteng dike û got ku ji ber vê hunermend nikarin şanonameyên têr û tije binivsînin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 604’an de berdewam dike.    * Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari ku parlamenteriya wî hatibû xistin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin îro dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   *Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê berdewam dike. (11.00-16.00)   * Danişîna doza girtinê ya derheqê Komeleya Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê dê li 18’emîn Dadgeha Hiqûqî ya Giştî ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye bê dîtin. (11.30)   * DFG û MKGP dê têkildarî girtina 9 rojnamegeran de li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00)    * OHD û ÇHD dê têkildarî şandeya 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ku li doza qetilkirina Denîz Poyraz dinihêre serlêdana sûc bikin.  (12.30)    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe serdana buroyên MA û JINNEWS’ê yên Enqereyê. (14.30)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê li Meclisê daxuyaniyê bide. (15.00)