Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin 2022-11-01 16:41:49   ENQERE - Di merasîma 40 roj a bi boneya mirina Jîna Emîniyê hatibû li dar xistin de, derket holê ku 17 ciwanên kurd ji aliyê polîsên Îranê ve bi hedefgirtina rasterast hatine qetilkirin.   Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di 26’ê cotmehê de ji her çar aliyê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, welatî tev li merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê bûn. Derket holê ku di çalakiyên li gel merasîmê li gelek cihên welêt derketine de polîsan rasterast 17 kurd bi hedef girtinê qetil kirine.    JI 17 KESAN 3 JÊ ZAROK IN   Li gor Navenda Dokumantasyon û Îstatîstîkan a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li gel 40 rojiya mirina Jîna Emînî û çalakiyên girêdayî wê pêk hatine de ji Mahabadê 6, ji Senendecê 5, ji Banehê 3, ji Qesraşirîn û Pîranşarê 3 kurd hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku ji kesên hatine qetilkirin 3 ji wan jin in û temenê her sêyan jî di bin 18 saliyê de ne.    Li aliyê din hat destnîşankirin ku ji ciwanên hatine qetilkirin yek ji Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ye û ji bo tev li merasîma cenazeyê bibe hatibû Banehê.    Li gorî raporê ji 17 kesên hatine qetilkirin hatiye destnîşankirin ku Ebrahîm Mîrzaeî yê ji Dehgolanliyê û ciwanek ji Senendecê ji ber gaza îsotê fetisîne, jina bi navê Sarîna Saedî ya ji Senendecê jî ji ber derbeyên copên li serê xwe xwarine, xwîn çûye ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest daye.