Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn 2022-11-01 16:41:24   STENBOL - Di danişîna doza 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê ku ji “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tên darizandin de biryar hate dayîn ku derbarê dozgerê lêpirsîn daye destpêkirin de lêpirsîna wî ya ku li HSK’ê berdewam dike dîsa were pirsîn.    Danişîna 26’emîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Rojnamevanên tên darizandin tev li danişînê nebûn, parêzer Sercan Korkmaz li eywana dadgehê amade bû.   Parêzer Korkmaz, bi bîr xist ku di danişîna beriya niha de Dozgerê Komarê Bîlal Bayraktar, ji ber kirariyên xwe yên di dema lêpirsînê de li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) lêpirsîneke wî heye û encama lêpirsînê wê bandorê li vê dozê bike û anî ziman ku hêj encama wî derneketiye holê. Korkmaz xwest ku li benda encamê bê sekinîn.    Dadgeha ku bi piştî daxwaza dozger a kêmasiyên dosyayê bên temamkirin biryara xwe ya navberê aşkere kir, biryar da ku ji bo aqubeta lêpirsîna derbarê dozger de ji nû ve bê pirsîn muzakere were nivîsîn û danişîn taloqî 16’ê sibata 2023’yê kir.