‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’ 2022-11-01 16:18:05   STENBOL - Rojnamevanan diyar kirin ku bi girtina rojnamevanan rastî nayên veşartin û bi lêv kirin ku bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger bi îşkenceya polîsan hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Girtina rojnamevanan bû sedemê bertekan.    NAV JÎ PÎŞE JÎ TÊ TERORÎZEKIRIN   Nûçegihanê Ajansa Çapemeniyê ya Fransî (AFP) Yasîn Akgul, bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe da û wiha got: “Weke ku li vî welatî navê kurdan nîne pîşeya wî jî nîne. Dema kurd di pîşeyekê de xebitîn dîsa weke terorîst tên bi nav kirin. Rojnamevaniyê jî bikin wisa ye. Ji ber vê yekê kurd bi tu awayî nayên naskirin û rojnamevantiya wan jî weke sûc tê dîtin.”   BERTEK QELS IN    Akgul, da zanîn ku êrişên li dijî çapemeniya kurd ji salên 90’î û vir ve berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Tevî vê rewşê jî li dijî êrişên li ser rojnamevanên kurd zêde bertek nayên nîşandan. Bertek qels in. Ji medyaya mûxalîf dengek dernakeve û pişgiriyê jî nakin.”    ‘NAXWAZIN HEQÎQET DERKEVE HOLÊ’    Nûçegıhana Arti TV’yê Hîcran Cengîz jî destnîşan kir ku bi van girtinan civak û rojnamevanên din hedef tên girtin û wiha got: “Ji ber ku naxwazın heqîqet derkeve holê. Rastî ne yên veşartinê ne. Bi girtina rojnamevanan, anîna sansurê, derxistina qanûnan ev yek pêk nayê. Girtina rojnamevanan mudaxilekirina mafê nûçe girtinê ye.”   ‘BI SALAN E LI BER XWE DIDE’    Edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek jî anî ziman ku xebatkarên çapemeniya kurd tevî hemû zext û girtinan li ber xwe didin û wiha axivî: “Medyaya kurd 30 sal in dixwaze were bêdengkirin. Lê em dibînin ku her carê medyaya kurd bi awayekî xurtkirî paş ve tê.”    TÊKOŞÎNEKE SÎSTEMATÎK    Kepenek, destnîşan kir ku li dijî medyaya kurd êrişeke sistematik heye divê li dijî vê têkoşîneke sistematik bê pêşxistin û got: “Em di vê mijarê de çi bikin bila bikin têra nake. Divê li cihên cuda yên Tirkiyeyê rojnamevan derkevin kolanan. Divê medyaya alternatif, sendîka û rojnamevanên din demildest derkevin kolanan.”   ‘DI GIRTÎGEHAN DE JÎ NÛÇEYAN ÇÊDIKIN’    Nûçegihana Can Tv’yê Ozgur Sevînç Şîmşek jî destnîşan kir ku hewl tê dayîn serî li çapemeniya kurd bidin tewandin û wiha got: “Hevalên hatin binçavkirin û girtin nûçeyan çêdikin û gel agahdar dikin. Rastiyê derdixin holê. Ji xwe li girtîgehê jî nûçeyan çêdikin. Lê tevî vê jî difikirim ku piştevaniyeke têrker nîne.”   ‘ROJNAMEVANÊN KURD HER TIM DI HEDEFA HIKUMETÊ DE NE’   Edîtorê Bîanetê Ferîd Demîrel jî anî ziman ku di salên 1990’î de rojname dihatin bombekirin û rojnamevan dihatin kuştin, niha jî ew pêvajo bi girtina rojnamevanan berdewam dike. Demîrel, diyar kir ku di çapemeniya Tirkiyeyê de cihekî taybet ê rojnamevaniya kurd heye û got: “Ji ber vê yekê rojnamevanên kurd weke rojnamevanên Çapemeniya Azad xwe bi nav dikin. Li vir jî tê dîtin ku di Çapemeniya Tirkiyeyê de rojnamevanên kurd û çapemeniya kurd ji herkese bêtir li pey heqîqetê ne. Û ji ber rojnamevanên kurd nakevin modela rojnamevaniyê ku hikumet dixwaze û her tim di hedefa hikumetê de ne.”