Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin 2022-11-01 15:19:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çavçoveyên lêpirsînên li Amed û Enqereyê hatine destpêkirin de di nava 5 mehan de 33 rojnamevan hatin binçavkirin, ji wan 26 rojnamevan hatin girtin.    Di çarçovaya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin de, 8’ê hezîranê li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad, operasyonên serdagirtina malan hatin destpêkirin. Di operasyonan de polîsan bi ser avahiya JINNEWS û şîrketên produksiyonê yên Pel, Piya û Ariyê de girtin. Di serdegirtinan de polîsan dest danîn ser hemû alavên dijîtal ên şîrketên produksîyonan û JINNEWS'ê. Li gel şîrketên produksiyonan polîsan bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de jî girtin.     16 ROJNAMEVAN GIRTIN   Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safîye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, Edîtorê MA’yê Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram, welatî Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatin binçavkirin.    Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 16 rojnamegerên din, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji bo îdiayan jî axaftinên rojnamegeran ên bi çavkaniyên xwe re kirine, bernameyên televîzyonê, nûçeyên çêkirine û pirsên ji mêvanên tev li bernameyan bûne hatine pirsîn wek hincet hatine nîşandan.    Dorpêça polîsan a li avahiyên şîrketên prudîksiyonê yên Piya û Ariyê piştî 32 rojan hate rakirin . Derbarê rojnamegerên hatine binçavkirin tevî ku 4 meh derbas bûne hêj jî îdianame nehatiye amadekirin.    OPERASYONA ENQEREYÊ   Hêj ku girtina 16 rojnamegeran didomiya di 25’ê cotmehê de operasyoneke nû hate destpêkirin. Di pêvajoya ku li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî di rojevê de bûn navenda wê Enqereyê li 9 bajaran li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad operasyon hatin destpêkirin. Li aliyê din polîsan bi ser buroya MA’yê ya Enqereyê û avahiyê Arî Produksiyonê de jî girtin. Polîsan dest danîn ser materyalên dijîtal ên rojnamevanan.    Di operasyona ku derbarê 14 rojnamegeran de biryara binçavkirinê heye de Midûra Karên Nivîsê ya MA’yê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ê demekê li buroya Enqereyê nûçegihantiya stajyerî kiribû, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Îdiayên arasteyî rojnamevanan hatine kirin de derket holê ku careke din xebatên rojnamegeriyê kirine hincetên binçavkirinê.    Di roja 11 rojnameger hatine binçavkirin de polîsan bi ser malbata nûçegihana JINNEWS’ê Derya Renê de jî girtin û ew binçav kirin. Ren a heman rojê de sewqî edliyeyê hatibû kirin, ji ber cezayê hefsê yê berê hatibû dayîn û pişt re hatibû erêkirin, Ren hate girtin. Rojnameger Ren şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.