Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-11-01 14:46:05   RIHA - Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Mehmet Arîf Koçer ê ji bo piştgiriyê serdana malbata Şenyaşar kir, xwest ku dest ji polîtîkayên bêcezatiyê bên berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 603’yan de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” bi bariyerên beton ve kir û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    ÎNÎSIYATÎFA MAF SERDANA MALBATÊ KIR   Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Arîf Koçer îro serdana malbatê kir. Koçer, bi lêv kir ku piştî berxwedana Emîne Şenyaşar 4 salan doz hate vekirin û ev jî tê re nake. Koçer, diyar kir ku bi vekirina dozê pêvajo temam nebûye û wiha got: “Em dixwazin ku şûna hikumet bersûcan biparêzer bile li cem bêgunehan bisekine. Em dixwazin hikumet dest ji polîtîkayên bêcezatiyê berde. Em ê di têkoşîna edaletê û lêgerîna maf de li cem malbata Şenyaşar bin.”   PEYAMA MALBATÊ    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Partiya desthilatê di mijara edaletê de ezmûneke dîrokî dide. Dozgerên ku bi wesayîtên luks dikevin edliyeyê aciz in… Nedîtina vê dayika bi daxwaza edaletê 603 roj in li ber deriyê edaletê dimîne bêwijdanî ye. Em li dijî her cure bêedaletiyê ne, em li cem mamoste ne.”