Rojekê av nedane rojnamevanên girtî 2022-10-31 19:10:20 ENQERE - Li 9 rojnamevanên ku hatin girtin, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û rojekê av nedane wan. 9 rojnamevanên ku di 25'ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneka navenda wê Enqere de hatibûn binçavkirin û di 29'ê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, li Girtîgeha Sîncanê rastî binpêkirina mafan hatin. Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger li têketina Girtîgeha Sîncanê rastî ferzkirina lêgerîna tazî û jimariya li ser pêyan hatine. Rojnamevanan jî bertek nîşandane û gotine dê van ferzkirinan qebûl nekin. Her wiha hat ragihandin ku rojekê av nedane rojnamevanên di qawîşa 5'an de tên girtin. Lê piştî îtirazê tenê lîtreyek ava dane 5 rojnamevanan. Hat diyarkirin ku nûçegihanên MA'yê Denîz Mazlum, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar û Hakan Yalçin jî li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê di hucreyên yekkesî de ne û wan yeko yeko derdixin hewadariyê.