Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin 2022-10-31 16:25:50   ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Ahmet Taş ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, duh ji malbata xwe re got ku dê îro were berdan. Li ser vê agahiyê jî malbata Taş amadekarî kir û ji bo pêşwazîkirinê tevî nûnerên komeleyan hatin pêşiya Girtîgeha Şakranê. Lê belê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê roja ku dê Taş bihata berdan, jê re got ku înfaza wî ji bo 6 mehan hatiye şewitandin.   Girtiyê bi navê Ahmet Taş (48) di sala 1992’yan de li Nisêbîn a Mêrdînê hate girtin û bi hincetên siyasî cezayê muebbetê lê hat birîn. Dihat payîn ku Taş piştî 30 salan îro were berdan. Taş, duh li malbata xwe geriya û jê re got ku dê di 31’ê cotmehê de bê berdan. Li ser vê yekê jî malbata Taş li Stenbolê amadekarî kirin û tevî rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ên Egeyê re (EGE TUHAYDER) çûn pêşiya Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Şakranê.    BIRYAR ROJA KU DÊ WERE BERDAN JÊ RE RAGIHANDIN    Di kêliyên ku malbat û rêveberên komeleyê li benda berdana Taş, Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê (ÎGK) biryara taloqkirina înfazê ya ji bo 6 mehan ku bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” hatiye dayîn ji Taş re ragihand.    Piştî ku haya kesên li pêşiya girtîgehê li benda Taş disekiniyan ji biayarê bûy, gulên ku ji Taş re hatibûn amadekirin dan dayika wî Şaha Taş.    'AZADIYA ME NÊZ E’   Taş, li ser telefonê li malbatê geriya û da zanîn ku înfaza wî hatiye şewitandin. Ahmet Taş, ji malbata xwe xwest ku xwe xemgîn nekin û wiha got: “Malbata min a niha li pêşiya girtîgehê, malbata min a biçûk e. A girîng ew e ku tevahiya gelê me keyfxweş be. Keyfxweşiya wan nîvco ma. Armanca me ya esasî ew e ku aştî û keyfxweşî pêk bê. Armanca me ew e ku tevahiya malbatan keyfxweş bibin. Azadiya me nêz e. Em ê vê jî bi têkoşîna xwe pêk bînin.”    'ŞEWITANDINA ÎNFAZAN DERHIQÛQÎ YE’   Piştre jî Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Nîlay Guleser axivî û ev tişt anî ziman: “Ahmet Taş duh li malbata xwe geriya û jê re got ku dê saet di 11.00’an de derkeve. Malbat jî bi 5 wesayîtan ji Stenbolê hat vê derê. Lê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê cezayê wî 6 mehan taloq kir. Tu aliyekî hiqûqî yê van biryarên lijneyên çavdêriyê nîne. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin û dê têkoşîna me ya li dijî wê bidome. Divê di zûtirin demê de dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin, girtiyên nexweş û yên cezayên wan xelas bûyî bên berdan.”   DAYIKA TAŞ: DÊ KURÊ MIN AZAD BIBE   Dayika Ahmet Taş, Şaha Taş jî bertek nîşanî vê derhiqûqiyê da û got ku tişta hatiye kirin rast nîne. Dayik Taş, anî ziman ku dê van astengiyan jî derbas bikin û kurê wê dê azad bibe.