Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin 2022-10-31 15:30:38   AMED - Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bertek nîşanî guherandina cihê fakûlteya xwe dan û xwestin ku cihê wê neyê guherandin.    Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê li dijî hewldana guherandina cihê fakûlteyê bi biryara rektoriyê, bi dirûşma “Hiqûqa Dîcleyê naxwaze cihê wan were guhertin” çalakî li dar xistin. Xwendekaran xwestin ku cihê fakûlteya wan neyê guherandin û dan zanîn ku ev biryar bêyî agahiya wan hatiye girtin.    ‘EM Ê JI FAKÛLTEYA XWE DERNEKEVIN’    Xwendekaran da zanîn ku cihê ku dê fakûlteya wan lê were veguhestin guncav nîne û wiha gotin: “Hewl didin çanda me ya 40 salî ku êdî ekolek ava kiriye, tune bikin. Weke xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê em vê biryara ku bêyî me hatiye dayîn qebûl nakin û heta ji vê biryarê vedigerin jî em ê israra xwe bidomînin. Em ê fakûlteya xwe neterikînin.”    Çalakî bi çepik û fîtikan berdewam kir. Hat ragihandin ku dê nava hefteyê her roj saet di navbera 12.00-12.30’an de çalakî bê lidarxistin.