Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre 2022-10-31 15:14:01   ENQERE- Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan di Doza Kobanê de parastina xwe kir û da zanîn ku desthilatdarî bi hinceta dozên Kobanê û Geziyê hewl dide sûcên xwe veşêre.    Rûniştina 5’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berpirsyar Serhat Eren, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî di danişînê de amade bûn.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din di danişînê de amade bûn.     Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin.   PARASTINA SOKRATES   Di danişînê de siyasetmedara kurd Aynûr Aşan axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşan, bal kişand ser lêgerîna Sokrates a edaletê û wiha got: “Ew lêgerîn, îro jî didome. Ji bo darizandina kesekî/ê ji ewil divê mirov wan nas bike û fêm bike. Hûn carnan dibêjin nêrîn û baweriyên we me eleqedar nakin lê belê ev nirx tevek jî mijara vê darizandinê ne. ‘qetilkirina mirovan, teşwîqkirina bo kuştinê’ tiştên jirêzê nînin. Ev yek, girêdayî şexsiyeta mirov in. Lewma jî fîlozofên her serdemê balê dikişînin ser darizandinê. Ez ê qala darizandina Sokrates bikim. Parastina Sokrates, ji bo nifşên pêş xwedî gelek ders û tecrûbeyan e. Ev ders, dê nîşanî me bide bê ka darizandin divê çawa were kirin, divê çawa neyê kirin û dema darizandin xelet hat kirin bi xwe re pirsgirêkên çawa tîne. Sokrates di axaftinên xwe de çawa bal kişandibe ser arîstokrasiyê, di parastina xwe de jî balê dikişîne ser esilzadeyên Atînayê. Li gorî Sokrates, çîna esilzadeyên Atînayê komeke pir biçûk e û xwe li ser her tiştî re dibînin. Di vê dozê de jî heman rêbaz hatine bikaranîn. Ji amadekirina îdianameyê bigirin heta qebûlkirina wê, ev tevek ji bo komeke desthilatdariyê ya biçûk tê kirin. Di şexsê me de hewl didin ji bo doza girtina HDP’ê bingeheke rewa ava bikin.    ZÎHNIYETA DESTHILATDARIYÊ NAGUHERE   Sepanên AKP’ê, Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe. Dîrokê xwe dubare kiriye. Piştî îdamkirina Sokrates, zîhniyeta Meclisa 30’an a û biryarên wê, Atîna ber bi reştarî ve bir. Her çende ku erdnîgarî cuda be jî, zîhniyeta desthilatdariyê heman zîhniyet e. Her çend ku desthilatdarî ji hev cuda jî bin, ev bûyera ku 600 sal berê pêk hatibû hêj niha jî bandora xwe ya li ser civakê didomîne. Desthilatdarî, ji bo ku hêza wan kêm nebe serî li her cureyên rêbazan didin. Yek ji girîntirîn van rêbazan jî sirgûn e ku di roja me de pir tê ceribandin. Atîna ji vir gelek dûr nîne. A rast, ev şerekî îdeolojîk e û hêjta didome. Aliyek berjewendiyên komeke biçûk û aliyê din jî berjewendiyên gel diparêze. Rewşa ku em niha dijîn, tarîtiyeke kûr û bêedaletî ye. Û ev rewş Tirkiyeyê roj bi roj paşve dixe. Em siyaseta Tirkiyeyê rexne dikin û di halê hazir de jî êdî xitimî ye. Xebatên me yên demokratîk, weke hinceta ‘endamtiya rêxistineke çekdar’ tên nîşandan.    DIXWAZIN SÛCÊN XWE VEŞÊRIN   Heke daxwazeke we ya ji bo bicihanîna edaletê hebe, divê ji ewil hûn me fêm bikin û bêyî ku pêşdaraz tevbigerin me bidarizînin. Heke hûn li gorî van pêşdaraziyên desthilatdarî li we ferz dike me guhdar bikin, ev rêbaz dê ji bo bicihanîna rastiyê bibe astengiyeke mezin. Divê hûn guh nedin van pêşdaraziyên desthilatdariyê ku li we ferz dike. Tevahiya saziyên Tirkiyeyê raste rast girêdayî desthilatdariyê hatine kirin. Yên ku ev welat ji hêla mafên mirovan û demokrasiyê paşve hiştî, ne em in. Lewma jî tiştên ku bi serê vî welatî hatin, encamên sepanên desthilatdariyê ne. Hûn jî biryarên xwe li gorî van kirinên desthilatdariyê didin. Gelo ma me saziyên darazê anîn vê astê? Sedema wê, tiştên ku ev desthilatdarî li saziyên darazê ferz dike ne. Gelo kesên dibêjin ‘destê xwe ji darazê bikişînin’ bêhtir serbixwebûna darazê dixwazin an yên her tim zextê lê dikin? Destê xwe, zimanê xwe û siya xwe li ser vê dozê rakin. Hewl didin bi dozên Kobanê û Geziyê bi ser sûcên xwe bigirin. Lewma jî ev doz, dozeke startejîk e û ji bo armancekê hatiye vekirin.    HÊVIYA 80 MILYONAN   Pêvajoya çareseriyê weke jineke kurd û siyasetmedareka ku siyaseta demokratîk a HDP’ê diparêze, di min de hêviyên mezin çêkir. Yekitiya dîrokî ya gelan, baweriya bi komareke demokratîk, jiyaneke biewle, aboriyeke bihêz, welatekî demokratîk ku jin lê nayên qetilkirin. Ev yek ne tenê hêviya min lê hêviya 80 milyona kesan bû. Lê ev hêvî bi qurbanî desthilatdariyê hat kirin.”    Piştî parastina Aşan jî navber hat dayîn.