OHD: Rojnamevan bila bên berdan 2022-10-31 14:08:40   MÊRSÎN - Şaxa OHD’a Mêrsînê bertek nîşanî hedef nîşandana Prz. Aryen Tûran da û xwest rojnamevanên girtî bên berdan.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê hedef girtina parêzer Aryen Tûran a ji ber axaftina wê ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê, girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û 9 rojnamevanan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Bi kurdî û tirkî pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin. Yek ji parêzerên OHD’ê Melek Şaraldi diyar kir ku li ser medyaya dîjîtal gef li hempîşeya wan Aryen Tûran hatine xwarin û got: “Lêpirsîna derbarê Aryenê de ne ji aliyê darazê ve ji aliyê Ajansa Anadolûyê e li ser medya dîjîtal hate parvekirin. Dirûşmeya ‘Jin jiyan Azadî’ bi têkoşîna azadiya jinên kurd derketiye holê û bûye dirûşmeya kesên ku dixwazin sedsala 21’an bikin sedsala jinan. Kesên tehamula vê dirûşmeyê nekin ferqa wan û rejîma Îranê nîne. Ev hişmendî mehkumê biçe sergoya dîrokê.”   ‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’    Şaraldi, diyar kir ku 9 rojnamevanên hatin girtin bi pêkanîna kelemçeya paş ve ku li dijî rûmeta mirovahiyê re rûbirû mane û wiha berdewam kir: “Ji Qanûna Sansurê ya ji Meclisê hate derbas kirin hêz girtin û bi hinceta xebatên rojnamevaniyê ya kedkarên çapemeniyê hatin girtin. Mafê agahdarkirin û nûçe girtina gel bi awayekî zelal hatiye binpêkirin. Divê were bibîrxistin ku xebatên rojnamevaniyê ne sûc in. Ji ber vê yekê divê kedkarên çapemeniya azad demildest bên berdan.”   ‘JI BO TENDURISTIYA GEL XEBITÎ’    Şaraldi, qala girtina Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şebnem Xoca ji bo tenduristiya gel xebitî ye û parazvaneke maf e û miroveke zanîst e. Nirxandinên wê kirin di çarçoveya Peymanên Navnetewî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e û ne sûc in. Ji ber vê yekê em dixwazin ku dozên lêpirsînê yên derbarê parazvanên mafên mirovan de bên betalkirin û Şebnem Xoce demildest bê berdan.”   Parêzeran piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.