Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye 2022-10-31 13:04:07   AMED – Polîsê bi navê Hakan Avci bi wesayîta zirxî dabû ser endezyar Cîhan Can û qetil kiribû. Derheqê faîl Hakan Avci de bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin û danişîna dozê îro hat dîtin. Ji ber ku ATK’ê rapora “qisûrê” ev 5 meh in amade nekiriye, doz hat taloqkirin.    Polîsê bi navê Hakan Avci ku ji bo koma li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatibû peywirdarkirin, di dema peywira xwe de bi otobûsa bizirx dabû ser endezyar Cîhan Can û qetil kiribû. Derheqê polîsê faîl Hakan Avci de bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin û danişîna dozê îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat dîtin. Di dozê de ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê bo faîl Avci tê xwestin û Avci tev li danişînê nebû. Parêzerê bersûc, Farûk Uygun û birayê Can, Neytûllah Can di danişînê de amade bûn. Parêzerê Can, Firat Coşacak jî hincet nîşan da û tev li danişînê nebû.    Dadgehê, da zanîn ku daneyên di girteka lêkolîna cihê bûyerê de ku rêjeya qisûrê ya faîl Avci cuda nîşan dide, rapora kesê pispor û rapora Daîreya Pisporiya Trafîkê ya Saziya Tipa Edlî hev nagirin û ji bo ku ev rewşa hevnegirtî ji holê rabe, di danişîna 23’yê gulanê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor xwestibû. Dadgehê bi domdarî diyar kir ku rapora hatiye xwestin hêjta nehatiye şandin. Piştre jî dadgehê ji aliyan pirs kir bê ka daxwazeke wan heye yan na.   Parêzerê bersûc û birayê Can, Neytûllah Can xwestin ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û xwe li benda rapora ATK’ê bigirin.    Dager jî biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, xwe li benda rapora ATK’ê bigirin û danişîn taloqî 26’ê kanûnê kir.