Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef 2022-10-31 11:15:19 ENQERE - Parêzera rojnamevanên hatin girtin Sîpan Cîzrelî diyar kir ku di dosyeya lêpirsîna ku bû sedemê girtinê de delîlek sûc nîne û got: “Xebatên rojnamevaniyê yên miwekîlên me kirin hedef.”    Piştî ku îktidarê “Qanûna Sansûrê” erê kir û ev qanûna ku bi qedexe û sînordarkirina tije ye, êrişa wê ya ewil li dijî Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê pêk hat. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Her 9 rojnamevanên kurd jî ji ber nûçeyên çêkirine hatin girtin. Dozger û dadger xebatên wan rojnamevaniyê kir hêcet û bi îdiaya “endamtiya rêxitinê” biryara girtina rojnamevanan da.    Sîpan Cîzrelî   Ji parêzerên rojnamevanan Sîpan Cîzrelî behsa girtina miwekîlên xwe kir. Cîzrelî diyar kir ku di serdegirtina malên rojnamevanan de pirtûkên hatine desteserkirin, wek “delîlên sûc” hatine desteserkirin û rojnamevan bi îşkenceyê re rûbirû hatin hiştin. Cîzrelî da zanîn ku wan roja ewil heta 24 saetan nikaribûye miwekîlên xwe bibînin û hevdîtina wan hatibû qedexekirin.    HEWLDANA AFIRANDINA TAWANBARIYÊ    Cîzrelî diyar kir ku piştî binçavkirina rojnamevanan hat xwestin têgihiştinek bê çêkirin û wiha got: “Bi taybetî dîmenên binçavkirina rojnamevanan ji çapemeniya alîgir re hat serwîskirin û miwekîlên me hedef hatin nîşandan. Midûriyeta Giştî ya Polîsan daxûyanî da û diyar kir ku 11 rojnamevan ji ber ‘xelkê teşwîqî kîn û dijminiyê kirine’ hatine binçavkirin. Lê pişt re me li îfadeyên polîsan nihêrî ku rojnamevan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine binçavkirin. Me dît ku hem serê emniyetê hem jî serê dozgeriyê gelek tevlihev e. Dixwazin tawanbariyê hilberînin û bixin stûyê miwekîlên me.”    TAWANBARIYEK DI DOSYEYÊ DE NÎNE    Cîzrelî bal kişand ser pirsên di çarçoveya lêpirsînê de ji miwekîlên wan hatine pirsîn û got: “Çima hûn endamên DFG’ê ne? Di destê te de mikrofona Ajansa Mezopotamya heye, ev aydê kî ye, çima di destê xwe de digirî? Her wiha hevdîtinên rojnamevanan ên li ser telefonê bi çavkaniyên xwe nûçeyan re, ger û geştên wan jî hatin pirsîn. Dema em bi gelemperî li dosyeyê dinêhirin, tiştek ku wê bibe sûc nîne û em nabînin. Lê bi têgihiştinê xwestin rojnamevanan hedef nîşan bidin. Lêpirsînek li ser MA û JINNEWS’ê hatiye birêvebirin, lê belê bêyî ku tu delîlek hebe derbarê miwekîlên me de biryara girtinê dan.”    HAY Û BAYA 8 DOZGERAN JI DOSYEYÊ NEBÛ    Cîzrelî girtina dîmenên miwekîlên wan dema dibirin edliyeyê wek mizansen pênase kir û got: “9 dozgeran îfadeyên miwekîlên me girtin. 8 dozger ne dozgerên dosyeyê bûn û tu zanyariyek wan derbarê dosyeyê de nebû. Dema rojnamevanan anîn edliyê, gotin di 20 deqîqeyan de dê îfadeyên wan bên girtin. Ne pêkane ku dozger 20 deqîqeyan dosyeyê lêpirsîn bikin û jê fêm bikin. Tişta dozgeran li edliyeyê kir eşkere bû ku dixwazin têgihiştinek û mîzansenekê çêbikin. Dozgerê dozê tenê îfadeya du miwekîlên me girt. Yên mayî jî dosyeyên haya wan ji dosyeyê nîne îfade girtin.”    XEBATÊN ROJNEMVANIYÊ HEDEF HATIN NÎŞANDAN    Cîzrelî anî ziman ku dema ew li pirs û lêpirsîna dozgeriyê dinêhirin eşkere xuya dibe ku xebatên rojnamevaniyê yên miwekîlên wan hedef hatine nîşandan û polîs û dozgeriyê xwestin mîzanseniya xwe pêk bînin û got: “Tenê ne li dozgeriyê li dadgeriyê jî em bi heman tabloyê re rûbirû man. Ji ber ku tiştek bibe delîlê sûc, me nizanibû em ê çawa parastina miwekîlên xwe bike. Gelek tiştên ku eleqeya wan bi dosyeyê re nîne, lê zêde kirine. Tu tiştek ku bibe delîlê tawanbariyê di dosyeyê de nîne. Lê ji bo ku operasyona xwe serkeftî nîşan bidin, divê miwekîlên me bigirtina û biryara girtinê jî dan.”