Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da 2022-10-31 10:20:33   ÎDIR - Girtiyê nexweşê giran Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku piştî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêrê ket cezayê wî 6 mehan hate taloqkirin û beriya du mehan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da.      Ehettîn Kaynar ê bi hinceta di “Komîsyona Edaletê” de cih digirt cezayê hefsê yê muebbetê lê hatibû birîn, piştî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêrê ket cezayê wî 6 mehan hate taloqkirin û di 2’yê îlonê de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hatibû berdan. Kaynar ê 73 salî duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Li Îdirê 13 kes ku Ferzende Elbî (73), Mehmet Çelîk (75), Abdûlmecît Kaya (72), Abdûllah Ateş (71), Ehettîn Kaynar (73) û Kerîm Boran (78) jî di nav wan de bi îdiaya di nav "komîsyona edaletê" de cih girtine derbarê wan de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran hatibû vekirin û di meha Nîsanê de bi dawî bûbû. Di dozê de 4 kes hatibûn beraetkirin û li 9 kesan jî bi sedan sal ceza hatibû birîn. Elbî, Ateş, Kaynar û Boranê ku bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li wan hatibû birîn, çendî nexweşînên wan ên giran hene jî di meha Nîsanê de hatibûn girtin. Ehettîn Kaynar ê di çarçoveya dosyayê de negirtî dihat darizandin, di 2'yê nîsana 2021'an de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatibû girtin.    Kaynar ê girtî di Gulana 2022'yan de ji Girtîgeha Edîrneyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hate kirin. Kaynar ê di girtîgehê de her ku çû rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, di encama hewldanên malbata wî de di 27'ê mijdarê de sewqî Beşa Gastroenterolojî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit a Enqereyê hate kirin. Di encama tetkîkên li nexweşxaneyê hatin kirin, hate hînbûn ku Kaynar di asta 4'emîn de bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Kaynar, piştî tetkîkên li nexweşxaneyê hatin kirin, sewqî nexweşxaneya di nava Girtîgeha Kampusa Sîncanê de hate kirin.    HATE XWESTIN KU SEWQÎ ATK'Ê BÊ KIRIN   Rapora ku piştî teşhîsa penceşêrê ji aliyê şandeya nexweşxaneyê ve hate amade kirin, bi daxwaza berdana Kaynar, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hate şandin. ATK'ê di encama raporê de xwest Kaynar sewqî ATK'a Stenbolê bê kirin. Lê nexweşxaneyê, bersiv da ku rewşa Kaynar ewqas girane ku nikare wî bişînin ATK'a Stenbolê. Li ser vê yekê ATK'ê xwest ku jinûve raporeke şandeyê bê amadekirin. Li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit jinûve tetkîk hatin kirin, raporeke 2'yemîn a şandeyê hate amadekirin û ji ATK'ê re hate şandin.    CEZAYÊ WÎ 6 MEHAN HATE TALOQKIRIN   Lijneya Îhtîsasê ya ATK'ê bi rapora duyemîn a şand di çarçoveya xala 16/2'yan a Qanûna Derbarê Înfaza Bergiriyên Ceza û Ewlehiyê yên bi hejmara 5275'an de biryara taloqkirina ceza ya 6 mehan da. Piştî biryarê Kaynar di 2'yê îlonê de hate berdan.    Ehettîn Kaynar ê piştî hate berdan di nav nivînan de ji ajansa me re axivî bû. Kaynar ê tê dîtin ku bi zehmet bêhnê digire wiha axivî bû: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene, nayên dermankirin, perîşan in. Li cihê ku ez lê bûm, nexweşxane dibêje 'cih nîne' û kesê qebûl nake."   Kurê Kaynar, Alîhan Kaynar ê têkiliya nexweşî û pêvajoyên berdanê ji ajansa me re axivîbû bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş dabû.