Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin! 2022-10-30 16:37:06   ENQERE - Rojnameyên Îranê bi manşeta “Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!” bertek nîşanî hedefgirtina rojnamegerên dan ku ji ber çêkirina nûçeyên êrişên hêzên rejîmê hatine girtin.    Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê, di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li gelemperiya Îranê çalakî hatin destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Rojnamegerên ku nûçeyên qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn ji ewil weke hedef hatin nîşandan û piştre jî hatibûn girtin. Çalakiyên li Îranê zêdetirî 40 roj in berdewam dikin û rojnameyên li Îranê jî bertek nîşanî êrişên ser rojnamegeran dan.    Rojnameyên Ham-Mîhan û Sazandegî, bi manşetên xwe girtina rojnamegeran û tundiya li dijî wan şermezar kirin û bertek nîşanî rejîma Îranê dan ku rojnamegeran weke sîxûr pênase dikin.    'ROJNAMEGERIYÊ DERQANÛNÎ RAGIHÎNIN’   Rojnameya Ham-Mîhanê daxuyaniya Komeleya Rojnamegeran a Îranê ya têkildarî tawanên sîxûrtiyê ku rejîm li rojnameger Nîloofar Hamedî û Elahe Mohammadî dike di rûpela ewil a rojnameyê de da û manşeta “Rojnamegeriyê Derqanûnî Ragihînin” avêt.    'ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’   Rojnameya Sazandegiyê jî wêneyên gelek rojnamegerên di dema çalakiyan de hatin girtin parve kir û manşeta “Rojnamegerî Sûc Nîne” avêt. Di rojnameyê de nivîsên bi sernavên weke “Tişta ku weke delîla sûc tê nîşandan, rojnamegerî bixwe ye” hatin weşandin.