Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin! 2022-10-30 16:20:04 ŞIRNEX - Beriya lidarxistina organîzasyona bi sponsoriya qeyûmê Cizîrê tê lidarxistin, li tevahiya noqteyên navçeyê tîmên taybet hatine bicihkirin û navçe di dorpêçê de ye.   Bi sponsoriya rêveberiya Şaredariya Cizîrê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, îro dê organîzasyona “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" bê lidarxistin. Beriya organîzasyonê, cehdeyên Dortyol, Yafes û Botaşê û gelek rêyên li taxên Nûh û Dîcleyê li trafîkê hatin girtin. Polîsên tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî, gelek deverên navçeyê xistine dorpêçê. Di heman demê de kolan jî bi bariyerên polîsan hatin girtin.   GEL JI GUND Û NAVÇEYAN VEGUHESTIN   Ji bo organîzasyonê, ji navenda Şirnexê û navçeyên Silopiya, Hezex, Qileban û Elkê gelek AKP’î li Cizîrê hatin veguhestin. Her wiha ji midûrên dibistanan ên Cizîrê jî ferman hat şandin ku hemû xwendekar û mamoste tev li organîzasyonê bibin. Hat ragihandin ku ji bo ji her dibistanê herî kêm 2 mamoste û 28 xwendekar tev li bibin, zext li midûran hatiye kirin.    Midûrên dibistanan jî ji malbatên xwendekaran, mamoste û xwendekaran re ev peyam hat şandin: “Di Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê ku dê îro were lidarxistin, ji bo dibistana me li pêşiya dikê cih hatiye veqetandin. Saet di 16:00’an de em li pêşiya dikê hev bibînin. Ji kerema xwe em di saeta hatiye diyarkirin de hev bibînin. Ji hevalên xebatkar re bibêjin ku xwendekarên RTEAL in. Em rêveber û mamoste jî dê li pêşiya dikê bin.”