Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin 2022-10-30 15:55:25 ENQERE - Girtiyên siyasî bi nameyekê ragihandin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ku di serhildanê de birîndar bûbûn, nayên dermankirin.    Mafê tedawiyê yê girtiyên li Girtîgeha Evînê ya li paytexta Îranê Tehranê ku gelek girtiyên siyasî, akademîsyen, parêzer, aktîvîst û rojnameger lê tên ragirtin, tê astengkirin. Girtiyên siyasî bi rêya nameyê xwe gihandin Sendîkaya Azad a Karkeran a Îranê û diyar kirin ku girtiyên di serhildana 15’ê cotmehê de birîndar bûyîn nayên tedawîkirin. Girtiyan, di nameya xwe de bal kişand ser çalakiyan û gotin ku sedema van çalakiyan; newekhevî, zext û şert û mercên dermirovî yên zêdetirî 40 salan e.    'JIN VEDIXWÎNIN MEYDANÊ’   Di nameya li ser navê Jafar Ebrahîmî, Mîlad Arsanjanî, Rasul Badaghî, Abbas Dehghan, Mohammad Sharîfî Moghadam, Hosseîn Tayorî, Mostafa Abdî, Hosseîn Qashqaeî, Abolhassan Montazer û Alî Nourî û hemû girtiyên siyasî hatiye nivîsandin de ev tişt hatin gotin: “Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, li tevahiya welêt berbelav bûn û çalakiyên gel êdî ketin qonaxeke nû. Xwendekar, mamoste, akademîsyen, karker û hemû beşên civakê îro mil dane milê hev û ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Jin, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ re meydanê li hemû hîmên rejîmê dixwe. Ev tevek jî nîşan didin ku berxwedana gelê Îranê ketiye qonaxeke nû û heta rejîm diguhere jî dê bidomin.”    'EV ŞOREŞ ENCAMA ZEXTÊ YE’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku sedema çalakiyan, newekhevî, zext û şert û mercên dermirovî ne û ev tişt hatin parvekirin: “Her wiha cihêkariya çîn, zayend, etnîsîte û olê û înkara azadiyên civakî roj bi roj zêdetir dibe. Ev yek jî bi xwe re xizaniyê, bêkarî, cudahiya di navbera çînan de, kolekirina jinê, binpêkirina mafên komên etnîkî û kêmneteweyan bi xwe re tîne. Ev tevgera ku êdî dikare weke şoreşê were pênasekirin, encama polîtîkayên destwerdana li jiyanê û zextê ye.”    BIRÎNDAR NAYÊN DERMANKIRIN   Girtiyan bi domdarî ev agahî dan: “Her cureyên xwebirêxistinkirinê yên di dema vê rejîmê de ji bo parastina vê pergala serdest hatin qedexekirin û tunekirin. Di rewşeke wiha de li Girtîgeha Evînê di 15’ê cotmehê de bi navê ‘Yekşema Reş a Evînê’ serhildanek hat destpêkirin. Rejîmê bi tundî êrişî serhildanê kir û xwîna girtiyan rijand. Ev yek nîşan dide ku hikûmet ji bandora çalakiyên li girtîgehan jî ditirse. Weke demên berê, vê carê jî çapemeniya hikûmetê xwîna li Girtîgeha Evînê hatiye rijandin weke şerê di navbera girtiyên edlî de nîşan da. Her wiha ji bo van girtiyan pênaseyên weke rêbir, keleş, diz û hwd. bi kar anîn û bi vê yekê hewl dan êrişên li Girtîgeha Evînê rewa nîşan bidin. Lê belê pir vekirî ye ku ev ‘rêbirên’ behsa xeberê, ew kes in ku di nava avadaniya çînîtiya civakê de bêmilk hatine hiştin û li derve hatine girtin.    Saziyên propagandayê yên hikûmetê, dê nekarin xwe ji bin barê zexta bi xwînî ya li ser girtiyan xelas bikin. Bi ser vê zexta ku bi xwînê hatiye kirin du hefte derbas bûn lê hêjta jî têkildarî kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal nehatiye dayîn. Li gorî agahiyên me ji qawîş û avahiyên din girtine, li girtîgehê gelek birîndar hene û destûr nayê dayîn ku ev birîndar bên tedawîkirin. Em careke din dibêjin ku, li Girtîgeha Evînê di navbera girtiyan de şer derneketiye, li vir serhildan çêbûye.    ÊDÎ KESEK NIKARE PÊŞÎ LI VÊ TEVGERÊ BIGIRE   Weke kesên ev danezan îmze kirin û komeke girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, derheqê rewşa birîndarên me de fikarên me hene. Her wiha dixwazin bibêjin ku dilê me ji faîlên êrişî girtiyan kirin dixele û vê rejîma xwînrij şermezar dikin. Banga me ya ji bo raya giştî ew e ku têkildarî rewşa girtiyan de di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê û malbatên wan agahdar bikin. Êdî kesek nikare pêşî li ber vê tevgerê bigire.”