2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin 2022-10-30 15:08:46   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona hêzên wan a li dijî DAIŞ’ê ya li Dêrazorê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me di 27’ê cotmehê de li dijî hucreya rêxistina terorê DAIŞ’ê ya li gundê Loziyê ya li çoltarê Dêrazorê operasyoneke taybet li dar xist. Hucreya behsa xeberê hewl dida sivîlan hedef bigire û terorê li herêmê belav bike. Hêzên me ji ewil dor li endamên hucreyê girt û piştre jî banga teslîmbûnê kir. Lê belê çeteyan ev banga hêzên me red kir û li ser vê yekê jî pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 terorîst hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.”