Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin 2022-10-30 13:38:39   STENBOL - MKGP û DFG dê ji sibe bi mebesta protestokirina girtina 9 rojnamegerên kurd, li Şîşhaneyê daxuyaniyê bide.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê sibe bi mebesta protestokirina 9 rojnamegerên kurd ku di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkirin û girtin, li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyê bidin.    Têkildarî daxuyanî ev agahî hat parvekirin: “Ji bo 9 hevalên me ku ber bi sibeha 29’ê cotmehê ve bi awayekî bêdeng hatin girtin, em roja duşemê saet di 12.00’an de li Qada Şîşhaneyê tên ba hev. Banga me ji bo hemû hempîşeyên me ew e ku tev li daxuyaniyê bibin û xwedî li rûmeta rojnamegeriyê derkevin.”