Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin 2022-10-30 12:01:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve û wiha got: “Ji axê heta cil û bergan, her tiştên ku ji bombebaranan bandor bûyîn divê yek bi yek bên lêkolînkirin.”    Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mansouran ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 2 caran hatibû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bal kişand ser dîmenên dawî yên hatin weşandin û wiha got: “Dema em bi çavekî klînîkî li van dîmenên sûcên krîmînal dinihêrin, digihijin wê qenaetê ku li dijî qurbaniyan xazên jehrî yên kujer hatine bikaranîn ku bandorê li ser pergala wan a rehik û hilmijê dike.”    ‘TIRKIYE XWEDÎ WÊ TEKNOLOJIYÊ YE’   Bi domdarî Mansoruan bal kişand ser bandora bikaranîna çekên kîmyewî û da zanîn ku dewleta tirk xwedî wê teknolojiyê ye ku bombeyên kîmyewî yên qedexekirî hilberîne. Mansouran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bikaranîna çekên kîmyewî yên hovane û nû ji hêla artêşa tirk ve nayê redkirin. Her wiha nayê redkirin ku xaza VX ku xaza rehikan a herî bihêz e bi kar tîne. Dema VX bi xaza sarînê re tê têkelkirin, çeka CWA derdikeve holê ku kujertirîn çek e. Dema bêhna vê xazê diçe kesekî, di carekê de rehikên rast ên di hilmijê de teng dibin, qurbanî êdî nikare bêhnê bistîne û dimire. Qerastina rehikan pir bi dijwarî çêdibe û ji ber ku qurbanî dixeniqe, qerastina rehikan pir zû û biêş dibe.”    ‘DIVÊ DELÎLÊN SÛC LI CIHÊ BÛYERÊ BÊN LÊKOLÎNKIRIN’   Mansouran, da zanîn ku ji dîmenên hatine parvekirin xuya dibe ku dewleta tirk dibe ku çekên kîmyewî bi kar anîbin û wiha bi dawî kir: “Divê ev bombeye, ax û cil û bergên ji van bombeyan bibandor bûyîn û her tişên li pey van bombebaran mayîn yek bi yek bê lêkolînkirin. Zelalkirina têkela bombeyan karekî zehmet nîne.”