Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan 2022-10-30 11:59:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran di nirxandinên xwe de bal kişand ser armanca tesfiyekirina kurdan a AKP’ê û wiha got: “Heta li şûna dewletê jî partiya xwe diparêzin. Ev rewş, ziyanê digihînê amûra ku jê re dibêjin dewlet jî.”    Ji sala 1993’yan heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran ji bo çareserkirina pirgirêka kurd kete nava hewldanan lê her carê jî ev hewldana wî bêbersiv hat hiştin. Li gel gelek biryarên agirbestê yên Ocalan, her wiha di navbera salên 2013-2015’an de jî pêvajoye bêpevçûnî da avakirin. Pêvajoya behsa xeberê heta Mitabeqeta Dolmabahçeyê jî domiya ku têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd çareseriyên bingehîn hatibûn pêşxistin. Mitabeqet, di 28’ê sibata sala 2015’an de bi tevlibûna şandeyên dewlet û Îmraliyê hat ragihandin. Lê belê Serokkomar Tayyîp Erdogan demek piştre ev mitabeqet red kir. Piştî ku Erdogan dîsa pirsgirêka kurd înkar kir, hevdîtina 5’ê nîsana sala 2015’an bû hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re.    Ocalan, nejidilbûna AKP’ê rexne kir û ji Şandeya Îmraliyê re ev hişyarî kir: “Dibe ku ev hevdîtin, hevdîtina dawî be.” Piştre jî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an pêk hatin û Erdogan êdî bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdarî. Bi vê yekê re Erdogan vegeriya polîtîkaya şer û “Plana Têkbirinê” xist meriyetê ku biryara wê di 30’ê cotmeha sala 2014’an de bi civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) hatibû dayîn û 10 saetan domiya bû. Pêvajo, bi bombebarankirina Qendîlê dest pê kir û îro jî bi êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike.    HEVDÎTINA ERDOGAN-BUYUKANIT   Di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran hişyariya polîtîkayên tesfiyeyê kir. Di hevdîtina 3’yê çileya sala 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê de Abdullah Ocalan hevdîtina 5’ê mijdara sala 2007’an a di navbera Erdogan û Serfermandarê artêşa tirk Yaşar Buyukanit a li Dolmabahçeyê bi bîr xist û wiha got: “Di hevdîtina Erdogan û Buyukanit de bi derdora darbekar re lihev kirin ku kurdan paşguh bikin. Xerabkirina vê lihevkirinê, şertê aştiyê ye. Heke em aştî û çareseriyê realîze nekin, heke em nekarin pêşî li ber provakasyona operasyona KCK’ê bigirin, wê demê aştî tenê dibe çîrokek. Girtina dehhezar kesan komplo ye, bêbandorkirine û cureyekê kuştinê ye. Ji bo aştiyê tenê du mehên we hene. Piştre jî dibe ku parêzbendiyên we rakin û yên din jî tesfiye bikin. Dibe ku darbeyên dijwartir jî bên kirin.”    HEWLDANÊN AKP’Ê YÊN XELET   Di hevdîtina 23’yê sibata sala 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re de jî Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya rêgezên demokratîk û wiha dibêje: “Me ji nişkan ve dît ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de îcar hegemonyaya xwe ava bike. AKP’ê xwest hegemonyaya xwe ava bike û em jî li dijî vê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji bo ji hewa ve hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînîtî û gel çiqas dijwar e. AKP hegemonyayê dixwaze û dixwaze şûna CHP’ê bigire. Em destûra vê nadin. Dê ji bo AKP’ê derfetên pir tirsnak ên rantê çêbibin. Me bi têra xwe ji ya din kişand, bûleke din naxwazin. Hewldanên AKP’ê xeletin.”    ‘DEMA GERÎLA VEDIKIŞE, LI ŞÛNA WÊ AKP’Ê BICIH DIKIN’   Abdullah Ocalan, bertek nîşanî nîqaşkirina qadroyên cerdevanan da ku di bin navê “çareseriyê” de dihatin nîqaşkirin û di hevdîtina 24’ê hezîrana sala 2014’an de wiha digot: “Min di rojnameyekê de xwend, qala qadroyên cerdevanan ên nû dikir. Heta dixwazin gundên cerdevanan, herêmên wan ava bikin. Wateya vê hewldanê ew e ku dixwazin vî karî têk bibin. Ha ev feraset, dê her tiştekî tune bike. Heke tişta ku AKP ji vekişînê fêm dike ev be, ev nabe. Dema gerîla xwe vedişîne, li şûna wan AKP’ê bicih dikin. Ev wiha nameşe. Nabe ku qereqolên nû bên avakirin. Em qala biratiyê dikin, qala aştiyê dikin. Wê demê çi hewcehî bi van heye.”    ‘AKP DIXWAZE TUNE BIKE’   Ocalan, di heman hevdîtinê de dibêje ku AKP ketiye nava pêşbirka berjewendiyên teng ên partîtiyê û ev tişt anî ziman: “Heta li şûna dewletê jî partiya xwe bi cih dike. Ev rewş dê ziyanê bigihîne amûra ku jê re dibêjin dewlet jî. Ozal û Erbakan ji min re gotin; ‘em ji bo her cureyekê tevdîrên zagonî amade ne.’ Dema me bi artêşê re hevdîtin dikir jî heman tişt ji me re hatin gotin. Ez fêm nakim bê ka AKP çima ewqas xwe li rikê dide. Heke bibêjin qanûna nabe, wê demê di nava vî karî de xapandin heye. Sedema helwesta min a dawî jî ji ber vê rewşê ye. Ma dê kesên li Qendîlê biçin ser hîvê, dê biçin Endonezyayê yan jî Fînlandiyayê? Dê bi ku de biçin? Heke wiha be dê yek kes jî dev ji çekan bernede. Anku çi, dê me tevekan li Qendîlê kom bikin, di rojekê de 300 balafirên şer rakin û me tevekan di carekê de tune bikin? Ma dibêjin qey dê ji çar parên rêxistinê 3 jê bi vî awayî tune bibe? Bawerim rêbaza AKP’ê ev e. Di dawiya dawî de em ê bibêjin dixwazin me tune bikin.”    GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 21’ê tîrmeha 2013’an de gotinên Erdogan ên “ez ê giyajehrkê vexwim” bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Lê belê kirinên wan jî tam berovajî vê ne. Me şer li dijî AKP’ê nedaye destpêkirin. Di serî de li dijî feodelên kurdan û piştre jî me li dijî dewletê da destpêkirin. Em niha jî dixwazin ku li vir bi nûnerên dewletê re vê rewşa bêpevçûnî veguherînin aştiyê. Lê AKP’ê gavek neavêt. Ji çar paran sêyan jê AKP’ê xwe neda ber. Rewşa bêpevçûnî çêbû, ev bes e. AKP çi dixwaze? Gelo dixwazin li şûna hêzên xwe vekişandin, hêzên xwe bicih bikin? Anku cerdevanan? Dê qadroyên pêşeng bikujin û yên din jî jihev belav bikin. Gelo ma ev çareserî ye?”    LI DIJÎ PLANÊN TESFIYEKIRINÊ HIŞYARÎ   Di hevdîtina 17’ê tebaxa 2013’an de Abdullah Ocalan dibêje ku li dijî plana tesfiyekirinê sebir dike û ev tişt anî ziman: “Hinek kesan ji KCK’ê re gotiye; ‘hûn çawa ewqas sebir dikin?’ Rast gotine. Lê belê di van mijaran de ez gelek bêsebir nînim. Heke ev sebrê min ê mezin nebûya, ev pêvajo niha ji zû ve bi dawî bûbûya. Xwestin plana tesfiyekirinê têxin meriyetê lê min sebir kir. AKP hêjta wiha difikire; xwe bi pêşniyarên tesfiyekirinê yên dewleta paralel dixape û wisa bawer dike ku em bêçare ne. Lê ji hêla leşkerî ve serdema herî ya baş ev serdeme ye. Em ê bi tu awayî xwe tesfiye nekin. An em ê bi awayekî stratejîk çareser bikin an jî dê xwe li benda mijûlkirinê negirin. Dawiya her şerekî aştî heye. Şerê Îstîqlalê du salan dom kir lê evqas şehadet çênebûn. Ev ne şerê eşîran e. Heke hûn ji vê rastiyê birevin, wê demê dê mezintirîn xerabiya bidin dewletê. Armanca min a ji vê ew e ku we li dijî plana tesfiyekirinê ya hikûmetê hişyar bikim.”    HESABÊN HEGEMONÎK ÊN AKP’Ê   Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku hesabên hegemonîk ên AKP’ê hene û wiha bi dawî dike: “Vaye niha li Tirkiyeyê kaos heye. AKP çima niha hewl dide xwe jê bide paş? Heke xwe jê paş bide, wê demê di nava vî karî de hîle heye, hesabên hegemonîk hene, tesfiye heye. Wiha nabe. Heke bi gotinên me bikirana, hem ji bo aqilê dewletê û hem jî bo giraniya wê dê baştir bûbûya. Em qebûl nakin ku bi fêlbazî, bi hîleyan gora me bikolin û partiya me lînç bikin.”    MA / Ozgur Paksoy