Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin 2022-10-30 09:05:44 WAN - Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê ji bo tevlibûna meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li Silopiyayê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê meş were lidarxistin. Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirina re (MEBYA-DER) pêşengtiya “Meşa Mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî” dike û rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî piştgiriyê didin. Ji bo tevlibûna meşê, li bajarên derdorê jî amadekarî tên kirin.    TECRÎD Û BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengul Polat da zanîn ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşê li dar bixin û wiha domand: “Banga me ji bo tevahiya gelê me ye li dijî hemû sepanên binpêkirina mafên mirovan ew e ku tev li meşê bibin. Em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev bimeşin. Bi vê meşa xwe em ê bersivê bidin polîtîkayên tecrîd, bikaranîna çekên kîmyewî, zext, qeyûm û tepisandinê. Em dixwazin ku gelê me jî bi heman daxwazan tev li meşê bibe.”    'DIVÊ LÊKOLÎN BÊ KIRIN’   Têkildarî mijarê Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî anî ziman ku dê bi meşê berteka xwe ya li dijî bikaranîna çekan û polîtîkaya şer nîşan bidin û wiha pê de çû: “Em naxwazin ev trajediye êdî çêbibin. Divê lêkolîn were kirin bê ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. PDK nahêle ev lêkolîn bên kirin. Em vê helwesta PDK’ê şermezar dikin. Divê lêkolîn bê kirin û rastî derkeve holê. Ji bo ku şerê heyî hêj mezintir nebe, banga me li her kesî ew e ku tev li meşê bibin.”    'MEŞA MIROVAHIYÊ’    Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) a Wanê Edîbe Babûr jî bi lêv kir ku dê li dijî şerê qirêjî yê li Kurdistanê li dijî zarokên wan tê meşandin û li dijî tecrîdê bimeşin û wiha got: “Lewma jî ev meş ji bo aştiyê ye. Di serî de gelê kurd, banga me ji bo hemû gelan ew e ku ji bo mirovahî û aştiyê tev li vê meşê bibin. Dewlet înkar dike ku çekên kîmyewî bi kar anîne lê ji bo lêkolînkirinê yek gavê naavêje. Heke nehatibin bikaranîn, wê demê bila saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Lê belê dîmenên hatine parvekirin, berevajî gotinên dewletê ne. Em vê qebûl nakin û dê nerazîbûna xwe jî bi meşê nîşan bidin.”    BANGA TEVLIBÛNÊ   Hevseroka MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya jî got ku li gorî peymanên navneteweyî, bikaranîna  çekên kîmyewî sûc e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gel li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve bi hestiyar tevbigere. Banga me ji bo tevahiya gelê kurd ew e ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê, tev li meşa 6’ê mijdarê ya li Silopiyayê bibin.”