‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’ 2022-10-30 09:05:07   AMED - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Berdevka MKGP’ê Roza Metîna bertek nîşanî girtina 9 rojnamagerên çapemeniya azad dan û gotin: “Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan. 10 rojnameger piştî 4 rojan ji bo wergirtina îfadeyê derxistibûn dozgeriyê, dozgeriyê piştî îfade wergirtina 5 seatên, rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger bi daxwaza girtinê, Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kirin.    Dadgeriyê rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger de bi îdaya ‘Endamtiya rêxistinê’ girtin û şandin girtîgehê. Dadgeriyê Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî berda.    Piştî ku rojnamevan hatin girtin gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan. Bertekên li dijî girtina rojnamegeran berdewam dikin. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan.   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN HER KU DIÇE ZEDE DIBIN’   Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbarê girtina rojnamegeran de bi lêv kir ku piştî sala 2015’an desthilatê êrişên li ser çapemenî û qada civakî zêde kirin û Tirkiye di azadiya çapemeniyê de paş ve diçe. Muftuoglû, anî ziman ku binpêkirinên mafên rojnamegeran di raporên saziyên çapemeniyê yên navneteweyî de jî diyar e û ev tişt anîn ziman: “Desthilat naxwaze ku ji bilî wan kes biaxive. Ji ber wê jî li Tirkiyeyê her ku diçe zext bi awayekî berfireh berdewam dikin. Em wan zextan di krîza aborî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û şerê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gerilla tê meşandin de jî dibinin.”   ‘JI BER KU BERXWEDANA KURDAN NIVÎSÎN BÛN HEDEF’   Bi domdarî Muftuoglû diyar kir ku desthilat êrişî rojnamegerên ku binpêkirinên mafan dixin rojevê dike û wiha pê dê çû: “Herî dawî di 25’ê Cotmehê de 11 hevalên me yên rojnameger, ji ber ku çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn xistin rojevê hatin binçavkirin û pişt re jî hatin girtin. Çekên kîmyewî ketin rojevê û gelek derdoran derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan û Tirkiye jî neçar ma ku daxuyaniyê bide. Şerê li Başûrê Kurdistanê du sal in berdewam dike lê cara ewil e ku ev qas ket rojevê. Bi awayekî aşkere xuyaye ku hevalên me jî ji ber wê bûn hedef. Hevalên me ji ber ku binpêkirinên mafan ên li dijî kurdan û berxwedana kurdan nivisîn bûn hedef. Xwestin ku bi girtina hevalên me pêşî li vê yekê bigirin.”   Muftuoglû,  qanûna sansûrê jî bi bîr xist û ev tişt gotin: “Tevî muxalefet û saziyên çapemeniye jî ew qanûn di Meclîsê re derbas bû. Wekî rojnamegerên kurd berî vê qanûnê jî em bi sepanên sansurê re rû bi rû diman.”   ‘KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD SERÎ NATEWÎNE’   Di berdewama axaftina xwe de Muftuoglû balkişand ser hedef nîşandayîna rojnamegerên ku hatine girtin û got ku dema hevalên wan hatin binçavkirin çapemeniya desthilatê û miduriyeta polîsan xwestin serê hevalên wan bitewînin û wan hedef nîşan bidin. Muftuoglû, derbarê pirsên ku dozger di binçavan de ji rojnamegeran pirsîne de jî wiha got: “Ji hevalên me re nûçeyên ku wan çekirine pirsîn. Hevalên me nûçeya malbata Dedeogûllari ku li Konyayê 7 ferdên wan hatin qetilkirin çêkirin. Çi tesadufe ku di heman rojê de hevalên me hatin girtin û kujerên malbata Dedeogûllari jî hatin berdan. Bi girtina hevalên me xwestin ku peyamê bidin hemû rojnamegerên ku rastiyan derdixînin hole. Kevneşopiya çapemeniya azad bi mîrateya ku ji Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel û Ferhat Tepe girtiye, tu carî li dijî qetlîaman, bombekirinan û girtinan serî netewand û wê ji niha û pê ve jî netewîne.”   ‘EM BI HEV RE ROJNAMEGERIYE BIPARÊZIN’   Muftuoglû, diyar kir ku dozger endamtiya DFG’ê jî ji rojnamegeran pirsî ye û got: “DFG komeleyeke qanûnî ye. Lê miduriyeta polîsan û dozgeriyê xwestin ku komeleya me weke derqanûnî nîşan bidin. Komeleyeke ku bi qanûnî avabûye weke derqanûnî bê nîşandan sûc e. Ev tenê jî bi awayekî vekirî diyar dike ku dosyayeke vala ye. Ji ber wê divê hevalên me demildest bên berdan. Banga me li hemû rojnamegeran ew e ku em bi hev re mafê rojnamegeran biparêzin û li dijî van êrişan derkevin. Ne tekoşîna takekesî, tekoşînek hevpar dikare mafan bi dest bixe. Ji ber wê banga me li hemû kesî ew e ku em bi hev re têbikoşin.”   ‘DUH BÊDENG NEBÛN ÎRO JÎ NABIN’   Muftuoglû bi bîr xist ku DÎHA, JINHA û Rojnameya Ozgur Gundemê jî di 29’ê cotmeha 2016’an de hatibûn girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dewletê berdewamî esas e. 6 sal berê îro ev ajans û rojname hatin girtin, îro jî rojnameger hatin girtin. Çawa ku wê rojê bi girtina ajans û rojnameyan xwestin gelê kurd bêdeng bikin îro jî bi heman awayî dixwazin bi girtina rojnamegeran re dîsa gelê kurd bêdeng bikin. Lê çawa ku duh bi girtina rojname û ajansan em bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin.”   ‘DESTHILAT JI BO ALOZIYAN VEŞERÊ ÊRIŞ DIKE’   Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî anî ziman ku êrişên li dijî rojnamegeran girêdayî siyaseta Tirkiyeyê ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê rewşeke aloz heye, qeyrana aborî, siyasî û her tim hewildanên guherandina rojevê heye. Desthilat ji bo bikare van qeyranan veşêre her tim êrişî rojnamegerên çapemeniya azad dike. Desthilata ku heyî ji bo di hilbijartinê de serbikeve û binpêkirinên mafên ku li Tirkiyeyê veşerê, çapemeniya azad dike hedef. Dema em pirsên ku ji  rojnamegeran hatine pirsîn dinêrin, ji wan re gotine, ‘Ji ber çi we ev nûçe çêkirine, ji ber çi mîkrofon di deste wê de ye û hwd.’ ji van pirsan jî diyarê ku derheqê wan de tiştek tune ye. Her çiqas em îro hedef bên nîşandayîn jî em ê hertim karê xwe berdewam bikin.”   ‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYA XWE XURT BIKIN’    Metîna, destnîşan kir ku çapemeniya azad hêza xwe ji kêvneşopiya xwe digire û dê tu car serî netewîne. Metîna, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema rojnameger hatin binçavkirin jî îşkence li wan hat kirin, xwestin serê wan bitewînin. 15 seatan deste wan kelemçekirî bûn. Em baş dizanin ku ev yek zextên çewisandinê ne. Dixwazin bi van zextan pêşî li çapemeniya azad û ragihandina rastiyê bigrin. Lê ji dîrokê heta niha çawa ku li dijî zextan me karê xwe berdewam kiriye, em ê ji îro şunde jî serî netewînin û kare xwe berdewam bikin. Dê tu car nekarin bi zext û zoran çapemeniya azad asteng bikin. Em  bang li raya giştî jî dikin û dibêjin, bi êrişa çapemeniya azad peyam didin her kesî, sibê dê êrişî herkesî bikin. Ji ber wê piştevaniya hemû rojnamegeran gelek girîng e. Divê em hemû rojnameger bi hev re mafê ragihandinê biparêzin. Divê em li dijî erişan peyama, em ê bi hev re piştevaniya xwe xurt bikin bidin.”