Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan 2022-10-30 09:02:32   AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ê girtin û zextên li dijî Çapemeniya Azad nirxandin, bi bîr xist ku çapemeniya kurd di pozîsyoneke ku pêşî li mafê agahîgirtinê yê gel digire de tevdigere û got: “Xebatên wan weke sûc tên nîşandan.”    Li Amedê di 8’ê hezîranê de di serdegirtina polîsan a JINNEWS, Produksiyonên Pel, Piya û Arî de ji 22 kesên hatin binçavkirin 16 rojnamevan di 16 Hezîranê de hatin girtin. Bêyî ku derbarê rojnamevanên girtî de îdianame derkeve vêcarê bi lêpirsîneke ku navenda wê Enqere di 25 cotmehê de li 9 bajaran 11 rojnamevan hatin binçavkirin û duh 9 ji wan hatin girtin. Dest danîn ser amûrên pîşeyî yên rojnamevanên ku bi paş ve hatin kelemçekirin, heqaret lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ê binçavkirin û girtinên ku li dijî çapemeniya kurd zêde bûn nirxandin, bal kişand ser sûcdariyên li dijî rojnamevanên kurd û bêhiqûqiyên di îdianameyan de.   Ozdemîr, diyar kir ku bi rêya daraza desthilata heyî bi xwe ve zext li kedkarên çapemeniya kurd tên kirin û tên astengkirin û got: “Îro xebatên pîşeyî yên kedkarên çapemeniyê tên astengkirin, di bin gefa ceza de dijîn an jî tên girtin, xebatên wan bi xwe sûc tên nîşandan û li girtîgehan ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Em di pergaleke îdarî de ne ku çapemeniya azad roj bi roj tê astengkirin û di vê wateyê de mafê gel ê agahîgirtinê tê piştguhkirin. Îro jî em şahidin ku di nava Tirkiyeyê de azadiya çapemeniyê bi temamî nayê pêkanîn û bi rêya darazê tê sînordarkirinên.”   ‘ÎDÎANAMEYÊN WAN HÊJ NE AMADE NE’   Ozdemîr ê operasyonên li dijî rojnamevanên kurd nirxand, bi bîr xist ku rojnamevan bi hin bernameyên televîzyonan û belgefîlman tên sûcdar kirin. Ozdemîr, destnîşan kir ku dema mirov li naveroka mijara sûc dinêre nabe palpişta “endamtiya rêxistinê” û wiha berdewam kir: “Di dosyaya lêpirsînê ku kedkarên çapemeniya azad girtî jê tên darizandin, bi temamî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de xebatên ku xebatên pîşeyî jî di nav de tên kirin, dibin mijara sûcdariyan. Ji ber astengkirina mafê wan ê azadî û ewlekariyê, azadiya raman û îfadeyê, xebatkarên çapemeniya kurd îro jî hêj girtî ne. Heta niha hêj îdîaname jî nehatiye amadekirin.”   ‘TÊGEHA ÇAPEMENIYA AZAD’   Ozdemîr, bi lêv kir ku medyaya sereke di demên dawî de nêzîkatiyên ku fikrên bloka desthilatê tîne ziman nîşan dide û wiha pê de çû: “Lê çapemeniya azad an jî çapemeniya kurd bi armanca ku agahiyên rast ji gel re ragihîne dixebite. Têgîna azadiya çapemeniyê armanc dike ku di civakên demokratîk de xwe gihandina agahiyên rast bide raya giştî. Ji vê hêlê ve armanc dike ku medyaya sereke ya heyî an jî hin sazî û dezgehên nûçeyan ên li Tirkiyê li şûna ku agahîyên li ser bingeheke rast ragihînin, hin ramanan ji raya giştî re radigihînin. Di demên pêş de wê li seranserê Tirkiyeyê hilbijartinek pêk were. Ev atmosfer dikare di nava xwe de rê li ber tepisandinê veke û biryarên nehiqûqî derkeve holê. Ji bo pratîkeke darazî yan jî têgihiştineke îdarî ya ku li Tirkiyeyê pêşî li hiqûqê digire û mafên mirovan û azadiya çapemeniyê hedef digire, divê ji van zextan rizgar bibin û xebatên çapemeniyê yên ku pêşî li wergirtina agahiyên rast ên gel bigirin û di vê wateyê de şêweyeke ku xwe dispêre azadiya agahî wergirtinê ya gel esas bigirin.”   ‘EM DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’   Ozdemîr, diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide saziyên çapemeniyê û rojnamevanên ku agahiyên rast digirin û têkildarî qadên xwe yên pirsgirêka civakî li ser bingeheke rast nûçeyan ji wan re radigihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gel bi rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad ên nûçeyên rast û civakî radigihînin û li her qadê rastî zext, tundî û astengiyên polîsan tên re di nav piştevaniyê de bin.”