Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan 2022-10-29 22:06:05   ŞIRNEX -  Hate diyarkirin ku ji bo konsera ku dê bi piştevaniya qeyûmê Cizîrê were lidarxistin, ji bo ji 27 gundan welatî bên veguhestin 108 dolmîş hatine peywîrdarkirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30’ê cotmehê de bi piştevaniya qeyyûmê Şaredariya Cizîrê bi navê “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê ya By Mr. Dosso Dossî” konserek tê lidarxistin. Tevî hemû bertekan jî hemû sazî û rêxistinên fermî ji bo konsera ku bê lidarxistin seferber bûne.   JI BO 27 GUNDAN 108 DOLMÎŞ    Hate hînbûn ku bi fermana qeymeqam û qeyûmê Cizîrê ji bo ji 27 gundên girêdayî navçeya Cizîrê mirovan veguhêzin cihê konserê 108 dolmîş hatine peywîrdarkirin. Hate diyarkirin ku biryara veguhestina mirovan a ji gundan duh bi lez û bez ji aliyê qeyûm ve hatiye wergirtin.