Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin 2022-10-29 19:14:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yê êrişî maleke li navçeya Xanesor a Şengalê kir.     Hate ragihandin ku dewleta tirk bi Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî maleke li navenda navçeya Xanesor a Şengalê kiriye. Têkildarî hûrgiliyên êrişê tu agahî nehatin girtin. Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî têkildarî mijarê hêj tu daxuyanî nedane.